Her bûyerek li Rojhilata Navîn biqewime, em niçarin ji pencereya xwe lê binêrîn, divê bipîvin ka zirar û sûdê wî ji bo me çi ne?. Gotineke kevin a Ereban heye dibêjê “ me lihevkirîye kû em lihev neken” , Ereb ji bo tiştek erênî ti carê lihevnekirine nava xwe de parçe parçe ne, nexazim mijar demokrasî de, lê çi bu û di demeke ew qasî kin bi koalisyonê avakirin û sedan belafir hatin rakirin û bi  pêşengîya A.Saûdî êriş û operasyonên hewayî li hemberê Yemenê dan destpêkirin û herêmê xist nava şerêke nû.

Alîyek DAIŞ weke parçeyeke ji bereyeke fireh a sûnnîyên herêmê û alîyeke din jî bereyeya dûyemîn a Şiîyan bi serkêşîya Îranê. Van welatên êrişî ser Yemenê dikin DAIŞ zêde talûke nabînin û armanc ew e kû kendava Edenê kû ji %70 petrola herêmê derbasê cîhanê dike nekeve bin kontrola hûssîyên Yemenê kû şiîyên nêzî Îranê  ne. 

Emerîka berî 2 mehan û li gorê rojname Wall Street Journal bi hin lîderên hûssîyan re  rûnîşt û soza alîkarî da wan. Piştî operasyona li hemberê Yemenê Emerîka dîsan da xûyakirin kû piştgîrîya operasyonê dike. Ev pir zelal e, agirê pêxe û benzîn bi ser deke, paşî jî li gorê şer hêzên hegemonîk a herêmê hevseng bike. 

Ev êrişa ser Yemenê bi rengêkî hevsengkirina hêz û hegemonîya Îran û lawazkirina  wî ye li ser maseya muzakere li Lozanê kû di derbara bername enerjîya atomî Tahranê ye. Îran li Îraqê , Lubnan, Sûrîye xwedî bandore lê kişandina wê nava şereke li derveyê sinorî xwe, dibe kû Îranê ji hêzê bixe lê li alîyeke din bi xûrtkirina xwe li hin welatên herêmê bala cihanê li ser rewşa xerab a hûndir,  ji bo demek kin jî be, belav dike.

Îran yek ji welatên rewşa mafê mirovan bi taybet rewşa jinan û her weha rewşa aborî gelek xerab e. Ti kesî nikarê bêjê Îranê li hûndir de dikarê hêza xwe biparêzê ji ber kû Ayatullah Xamenî rasterast peyam da kû serwerîya Îranê bi tehdîdê ye . Yek ji bendên lihevkirina welatên 5+1 û Îranê ew e kû Uraniyum li derve werê dewlemend kirin û navendên Etomî a Îranê tevahî ji bo çavderîya sazîya navnetewî ya Enêrjîye Etomê werê vekirin û ew jî yekser serwerîya Îranê eleqedar dike. Lê Îranê ji bo kû rewşê qazanc bike dixwazê dem dirêj bike, ji bo kû hegemonîya xwe winda neke. 

Welatên Rojavayî naxwazin ti hêzeke li Rojhilata Navîn de di rewşeke bihêz de be ji bo wê jî şerê Yemenê, Şerê Îraqê û Sûriye, wê ne dîyarê vê carê jî li kû derê biteqê ji bo li hevxistina hemû hêzan bi hevdû bikartînê û çek û cebilxaneyeke mezin jî difiroşin alîyên vê şerê. 

Ev şer çi qasî weke şereke sêyemîn a cîhanê werê binavkirin lê rasterast hêzên li hember hegemonîya hevdû şer dikin û şereke bi wekalet ji bo hêzên navnetewî dikin, wê bandora xwe li ser Kurdan bike. Lê di vê şerê de herî zêde wê Başurê Kurdistanê bandor bike ji ber Îranê bi rêya Şiîyan û bi avakirina heşdî Şabî li dora B.Kurdistanê hêzên xwe a serbazî û li navanda siyaseta Bexdayê jî hêza xwe ya sîyasî spî kirîye, dibe kû Tirkiye piştî binketina DAIŞê li Kobanê bixwazê li vê firsetê sûdê werbigire û di dema hilbijartinaê de dest bi hemleyeke bike ji ber kû Tirkiyeke kû ji alî Misirê piştî Mursî hatibû teşhîr kirin niha di heman bereye de cihê xwe girtîye. 

Hêzên desthilatdar li B.Kurdistanê ji her demê zêdetir xwe kirine nava vê dû bereya cûda a Îranê û Tirkiye, ev bi serê xwe talûkeya herî mezin bi xwe re bîne. Ji wê jî xeta sêyemîn a Kurdan kû ti bereyeke napejirînin û nabin sûtemenîya ti şerekî û xwe di rewşa parastina herêmên xwe de dihêlin û li hemberê her rewşa tehlûke xwedî rola aktîv bin, wê biyarê herî rast be. 

Ne Îranê, ne A.Saûdî û ne jî Tirkiye alî civakî de ji bilî felaketê ti projeyeke wan a demokratîk nîne, tekane hêzeke li herêmê kû xwedî projeye bi hev re jîyanê ye tevgera azadî ye. Jinan , di şexsê wan de hemû civakê li welatên mîna Îran û A.Saûdî di rewşa herî paşketî de ne, eger tekane ji bo vî sedemê be divê Kurdan rûyê xwe li vê pergala padişah û mîrên petrol bizvirînin ji ber kû van desthiladaran di dîrokê de mînaka herî rûreş in, ev talûke li Başurê Kurdistanê vekirî tê dîtin, ne kêm in rêxistin û kesên kû xwe û Kurdan di bereye sûnnî de dibînin û di şexsê ciwanan de jî civakê roj bi roj paşde dibin. Lê di şoreşa Rojava de rastîye xeta sêyemîn û pergala pir reng , çand û etinîk bû bersiva her rast ji bo dîroka bi êş û bi xwedin a şerê 1400 salan.