Hevserokê PYD´ê Salih Muslim, nûnerê MLPD Monina Gartner-Engel, nûnerê MLKP Huseyîn Yeter, nûnerê Partiya Kurd a Demokratîk a Sûriyeyê Mahmûd Dawid û nûnerên gelek saziyan tevlî şahiyê bûn. Hevserokê PYD’ê Salîh Muslim li vê derê axaftinek kir û diyar kir ku li Kobanê li dijî DAIŞ’ê berxwedaneke mezin tê meşandin û got: "Li Kobanê êrîşa ji aliyê DAIŞ’ê ve hatiye destpêkirin, heta pîvanekê hatiye şikandin û di encama berxwedaneke mezin de gihiştiye serkeftinê. Ligel evqas teknolojiya mezin û çekên giran hêzên me darbeyên mezin li çeteyan xistin. Gelek tank hatin îmhakirin û wesayîtên leşkerî hatine şewitandin. Hêzên YPG’ê di nokteya hêza mirovahî de zehmetiyan nakişîne û ciwanên Kurd ji tu peywirê narevin. Lê di mijara teknîk û çekan de li girê Kobanê hinek zehmetî tên kişandin. Di pevçûnên ku li vir bi DAIŞ’ê re pêk hatine heta niha me ji tu hêzî piştgirî negirt û ligel hemû derfetên kêm û bi hêza mirovahiyê me şerekî mezin meşand."

´Kî tê bila bê´

Muslim der barê daxuyaniya serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî yên der barê Kobanê de jî axivî û got divê ev pratîk demildest bikevin pratîkê. Muslim îdiayên ku PYD hêzên peşmegeryan asteng dike derewand û wiha pêde çû: “Ger tên bila bên em wan vexwendî bikin. Kobanê li wir e. Me riya kê girtiye. Ger pir dixwazin bila ji ser Tirkiyeyê peşmegeyan bişînin. Ger vê nakin wê demê bila ji Tirkiyeyê re bêjin, bila hêzên YPG’ê yên li Qamişlo bila ji wir derbas bibe. têkiliya wan başe. Bila ji bo vê bixebitin. Bila derfeteke din jî ya wisa bi afirînin." Muslim anî ziman ku piraniya gudan ji ber êrîşên DAIŞ’ê vala kirine û ev gund hêj di bin kontrola YPG’ê de ne û di asta herêma şer de ne. Muslim di mijara têkiliya DAIŞ-Tirkiyeyê de jî nirxandin kir û wiha pê de çû: “Ev kar bi duritiyê nabe. Li aliyekî dibêjin pêvajoya çareseriyê û li aliyê din jî çeteyan bi ser Kurdan de dibin. Kes vê qebûl nake. Berê jî ji me re gotin. Têkiliya me ya fermî tune lê hinek dijfermî alîkarî didin. Pêşî lê digirin. Lê îro em dibînin her tişt eşkere ye.” Lîderê PYD’ê bang li hêzên navneteweyî kir û diyar ku hêza herî bi tecrube ya li dijî DAIŞ’ê şer dike YPG ye û got, ger ku bi wan re nekevin tifaqê dê encamên şer neyên girtin. Muslim her wiha got ku PYD dixwaze li dijî DAIŞ’ê di eniyê de cih bigire. Li dû axaftinan hunermend Cewadê Merwanî, Xelîl Xemgîn, Abbas Ahmed, Peywan Arjîn, Kawa, Koma Rojava, Edhem Rojava, Meryem Rojhilat derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. 

DORTMUND