Roja 14'ê Çileyê 2015´an li Çiyayê Şengalê Kurdên Êzîdî civîna melîsê lidarxistin. Piştî ku ev meclîsa demkî hat ragihandin, partiya PDK ku li herêmê desthilatdare, rexneyên tund kirin. PDK îdia dike ku Êzîdî xwe bi rêve bibin û bibin xwedî statu wê Başûrê Kurdistanê parçe bibe. Endama Serokatiya Dîwana KCD'ê Feleknas Uca û Hevseroka Federasyona Komeleyên Êzidiyan ên Ewropayê Dr. Leyla Ferman nêzikatiya PDK'ê ya li hemberî civaka Êzîdî ji DÎHA'ye re nirxandin.

'Nêzikatiya PDK'ê şaş e'

Endama Serokatiya Dîwana KCD'ê Feleknas Uca der barê nezikatiya li hemberî gelê Êzîdî de axivî û wiha got: "Ez nêzikatiya PDK'ê şermezar dikim û rexne dikim." Uca diyar kir ku civaka Êzîdî di bin ferman û komkujiyekê de derbas dibe, hîn bi hezaran keç û jinên Êzîdî di destê çeteyan de ne û got ku hê jî li Şengalê xwîn tê rijandin. Uca destnîşan kir ku di demek wiha de li hemberî Êzîdiyên dixwazin xwe bi rêxistin bikin ev daxuyaniyên tên dayîn bi tu awayî nayên qebûlkirin. Uca bilêv kir ku PDK bi van gotin û daxuyaniyên xwe dide xuyakirin ku ne rast û cidî ne. Uca fermana li ser gelê Êzîdî ya ku di sala 2007'an de bi teqemeniyê pêk hat bi bîr xist û got ku li vir zêdetirî 400 Kurdên Êzîdî hatin kuştin û hêjî kiryarên wê komkujiyê nehatine girtin û ronîkirin. Uca bilêv kir ku heke PDK hesabê vê komkujiyê bida dê gelê Şengalê niha bi komkujiya çeteyên DAIŞ'ê re jî rû bi rû nemaya û komkujiyên li ser Êzîdiyan dubare nebûya.

'PDK'ê gel bi komkujiyê re rû bi rû hişt'

Uca bal kişand ser dema ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên di 3'yê Tebaxê de pêk hat û bilêv kir ku beriya êrîşên çeteyan jî li ser Çiyayê Şengalê û welatiyên Êzîdî gefên mezin hebûn û li hemberî vê yekê tu kesî ev gef di ber çav re derbas nekiriye. Uca anî ziman ku hêzên HPG'ê yên ku xwestin xwe bigihînin Çiyayê Şengalê parastina welatiyên Êzîdî bikin, ji aliyê hikûmeta PDK'ê ve hatin binçavkirin. Uca got dîsa ligel vê yekê çekên Êzîdiyan yên ku di destê wan de ji aliyê PDK'ê ve ji destên wan hatine girtin û PDK'ê nehişt Êzîdî xwe biparêzin. Uca gotinên PDK'a ku dibêje: "Em we diparezin. Pewîstiya we ya bi çekan tuneye" bi birxist û got ku bi vî awayî nahêlin Êzîdî xwe bi rêxitin bikin û parastina xwe bi xwe bikin. Uca bilêv kir ku tevî wan tiştan dema ku êrîşên li ser Êzîdiyan çêbûn beriya her tiştî pêşmergeyên PDK'ê reviyan û gelê Şengalê bi komkujiyê re rû bi rû hiştin.

'Çima we referandum çênekir?

Uca pirsgirêkên ku bi destê PDK'ê tên derxistin bi van hevakon anî ziman: "Ger ku di 2007'an de li başûrê Kurdistanê referandum bihata çêkirin wê demê bajarên wekî Xaneqîn, Mexmûr, Kerkûk û Şengalê girêdayî Başûr bibûna. Lê niha ev bajar girêdayî Bexdayê ne. Divê beriya her tiştî hikûmeta Başûr bixwesta Şengal bi Başûr ve were girêdan û sedema vê yekê divê ji raya giştî re bibêjin." Uca bal kişand ser gotinên ku "Şengal perçeyê başûrê Kurdistanê ye û dixwazin bi vê yekê welat perçe bikin" jî wiha got: "Şengal hîn nebûye perçeyeke Başûr. Heke li Şengalê kanton bê avakirin ev jî dê ji bo Başûr bibe dewlemendiyek." Uca bang li PDK'ê kir ku dev ji nîqaşên bi vî rengî berde û ji bo yekîtiya Kurdan tevbigere.
Uca got: "Ev kesên ku parastina Şengalê nekirin û ji Şengalê reviyan çawa dikarin rihet rakevin û dema gelê Êzîdî ku dixwaze êdî xwe bi rêxistin bike, niqaşên wisa dikin. Ev dem dema xwe parastina li hemberî êrîşên çeteyan e."

'Şengal ne ya berê ye'

Hevseroka Federasyona Komeleyên Êzîdiyan ên Ewropayê Dr. Leyla Ferman jî got ew ji dil û can meclîsa ku li Çiyayên Şengalê hat avakirin pîroz dikin û piştevaniya meclîsê dikin. Ferman bilêv kir ku ew di demeke dîrokî re derbas dibin û cara yekemîn e ku Êzîdî pêşeroja xwe dixin destê xwe. Ferman dest nîşan kir ku dikarin bibêjîn dê bi wan gavan her tişt di aliyê Êzîdiyan bê guhertin û wiha axivî: "Şengala berê, ya îro û ya pêşerojê ne yek in. Di pêşerojê de êdî her tişt dê giredayî gel be. Gelê Şengalê, welatiyên Êzîdî bixwazin çawa jiyana xwe bidomînin dê bi vî rengî be. Piştî vê fermana dawî Êzîdî hişyar bûn, mafên xwe dizanin û dê îradeya xwe bixin destê xwe û pêşeroja xwe bi xwe diyar bikin. Ev gav tiştekî gelek mezin û pîroz e. "

'PDK xurtbûna Êzîdiyan naxwaze'

Ferman bilêv kir ku ev biryar ji bo Başûr jî têcrubeyeke nû ye û wiha pêde çû: "Ji aliyê PDK'ê ve xurt kirina gelê Êzîdî tu car nebû armanc. Avakirina meclîsên Êzîdiyên Şengalê nayê wê wateyê ku Êzîdî dixwazin Kurdistanê perçe bikin. Li dijî vê yekê ne. Em dixwazin li Kurdistaneke azad çawa bijîn. Êzîdî îrada xwe û fikra xwe çawa bijîn. Ji ber vê yekê avakirina meclîsên li Çiyayê Şengalê pêk hat tê wateya xurtkirina Kurdistanê. Tê wateya xurtkirina gelê Kurdistanê. Ji ber vê yekê armanc bila xurtkirina wan meclîsan be. Ji bilî gotinên tên kirin dê li hemberî mafên êzidiyan bin."

'Êzîdî dizanin kî wan diparêze´

Ferman got: "Em ji vir û pêde biryarên ji dervayî civaka me qebûl nakin. Lê dîsa jî em kurd in. Em yekîtiya kurdan dixwazin. Emê ji bo tifaq û yekîtiya kurdan tim û tim amade bin. Mirov û hezên ku li hemberî meclisê rabin daxuyaniya bidin, bi rastiyeke wan a bi qebûlnekirina mafên mirovan re heye. Avakirina meclîsê demokrasiya di nav civakê û azadiya di nav civakê de xurt dike. Ji ber vê yekê em vê gavê ji dil û can pîroz dikin. Îro her tişt diyar e. Ji bo Êzîdiyan jî diyar e. Êzîdiyên Şengalê bi çavên xwe dîtin bê kê parastina wan kir û kî ew bi tenê hiştin. Elbet dê ev hesab jî bê kirin. Lê niha ya herî girîng parastin e. Kî yekîtî û parastina Êzîdiyan û Şengalê xurt bike, emê bi wan re bin."


HASAN YOLDAŞ / YASÎN KOBULAN/DIHA / AMED