Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) piştî ku di hemleya Xezeba Firatê de gundewarên bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin 6`ê Hezîranê dest bi hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê kirin.

Şervanên ji aliyê rojhilat û rojavayê Reqayê ve ketin bajêr heta niha 4 taxên Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

Li her 4 taxên ku di encama şerên giran de hatin rizgarkirin ev bûye 4 roj ku li rojava û rojhilatê başûrê bajarê Reqayê şer dijwar diqewimê.

Şervanên QSD`ê her dan bi panzêrê xwarinê ji hevalên xwe yên li eniya pêş şer dikin, dibin. Ji bo em şervanên li eniyên pêş bibînin, em derfetê dibînin ku bi pazêrê re herin sengerên pêş. Me bi şervan û panzêra wan a ku di her zor û xeteriyê de xwe digihîne şervanên ku li çeperane, berê xwe da taxa El-Qadisiyê ya ku dikeve rojavayê bajarê Reqayê.

Pêşî em di taxa El-Sebahiye û Berîd re derbas bûn û me xwe gihand nuqteya şervanan a destpêka taxa El-Qadisiyê. Li nuqteyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî hebûn. Ev nuqteya avahiyeke 4 qatî bû û di hedefa sekvanên çeteyên DAIŞ`ê bû. Berî ku qenasên çeteyên DAIŞ`ê me hedef bigirin şervanan ji me xwest ku em zû têkevin avahiyê.

Em gihîştin şervanan 

Berî em bikevin avahiyê komek şervan ji xeta şerê giran ber bi me ve hatin û hîn me li wan dinihêrî çeteyên DAIŞ`ê berê qenasên xwe dan şervanan û dengê fîşekan hat lewma em bi lez ketin avahiyê. Şervanên, Suryan, Ereb û Kurd gihiştin hev du û yek ji wan şervanan jî Emerîkî bû. Bi navê Boo dihat naskirin. Şervanên ji nava şerê giran derketibûn ku êvarî heyanî sibehê li hemberî çeteyên DAIŞ`ê şer dikirin, bêhna xwe divedan û li ser rewşa şerî diaxivîn ku digotin li nîvê taxa El-Qebasiyê şer dijwar e. Çeteyên DAIŞ`ê di êrîşên xwe de zêdetir çeka qenasê û balafirên keşfê bikartînin. Ev balafir ne tenê yên şerin her wiha wexta ku hedefa xwe dibînin wê bombebaran jî dikin.


Li eniya pêş çi diqewimê?  

Me ji şervanan xwest ku em derbasî eniya şer bibin, şervanê bi navê Fadî Kemo bi riya cîhaza xwe ya têkiliyê xwe gihand fermandareke jin a eniya şer û daxwaza me ya xwe gihandina wan anî zimên. Fermandara eniya pêş di nava şerekî dijwar de bû û got: ʺŞer dijwar e û qenasên çeteyan bê navber dixebitin. Bila hinekî dem derbas bibe. Eger rewş hinekî aram bû em ê şervanan rêkin pêşiya wan ku wan bînin nuqteyên meʺ.

20 deqe li ser derbas bû şervaneke jin bi Fadî Kemo re axivî û got:ʺ Me du şervan rêkirine ku koma dixwaze were gel me bînin virʺ.

Piştî 10 deqeyan nobedarê li ber deriyê avahiyê agahî da me ku şervanên hatine. 

Em bi şervanan re derbasî eniya pêş bûn. Şervan bi baldarî tevdigeriyan û di navbera her yekî ji me de nêzî 3 metroyan navber hebû. Li her kolanekê şopên şer hebûn, perde daleqandîbûn û gelek avahî bi erebeyên çeteyên DAIŞ`ê yên bombebarkirî hatibûn rûxandin. Tenê dengê fîşeken ji kolanan dihat, ba jî li hemberî şerê dijwar tevizî bû.

Li kolanekê xendekeke ku ferehiya wê 2 metre û kûrahiya wê 3 metre hebû. Serê xendekê bi kîs, dar û axê hatibû girtin û ew xendek nîv rûxandî bû. Şervanê bi navê Reşo agahî da me ku berî du rojan çeteyên DAIŞ`ê ji vê xendekê êrîşa wan kirine. Lewma şervanan ev xendek rûxandine.


Li heman çeperê Suryan, Ereb û Kurd 

Piştî demeke ne dirêj em gihîştin komek hevalên li eniya pêş, li wê eniyê 11 şervanên Suryan, Kurd û Ereb di heman çeperê de bûn û fermandara komê jî jin bû. Ji wan 2 şervan ji Reqayî bûn. Her şervanek li cihê xwe bû û tiliya wan li ser tetîka çeka wan bû. Herêm bi baldarî dişopandin û her çavên wan li ser nuqteyên çeteyên DIAŞ`ê bû. Çûk ji ber çavên wan nedifiriyan û moralê wan gelekî bilind bû.

Fermandara komê Zîlan derbare şer de agahî dan me û got: ʺŞer bi dijwarî didome. Çeteyan xwe li hemû taxên bajêr bi cih kirine. Di her mal û kolanekê de xendekên bin erd kolandine û li serê her avahiyekê sekvanên xwe bi cih kirineʺ.

Zîlanê diyar kir ku ev 2 roj in şerekî giran diqewime û çete ji xendekan êrîşî wan dikin ku di nava êrîşan de bi motoran kesên xwekujêr jî hene.  


Yek jî nafilite

Fermandar Zîlan anî ziman ku ew derbên giran li çeteyan dixin û heta niha çeteyên ku hewl dane êrîşî wan bikin bi silametî venegerîne. Her wiha Zîlanê îşaret pê kir ku ew ji şerî hez nakin lê ji ber karibin gelê xwe biparêzin neçar in ku şerî bikin.

Piştî agahdarkirina Zîlanê êdî vedigerin. Di vegerê de dengê çekan ji eniya ku em jê hatin gelekî dijwar dihatin. Li eniyê şer giran bûbû û em çawa gihîştin nuqteya komeke ji şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî panzêr li benda me bû ku me ji herêmê derxe.

Gera me li taxên şer du saetan domî. Lê me qet ferq nekir ku her du saetên me çawa derbas bûn. Li kêleka şerê giran moralê şervanan gelekî bilind bû, şervanên herêma Bakurê Sûriyê; Suryan, Kurd û Ereb di heman çeperê de bi hevre bûn û li hemberî çeteyên DAIŞ`ê şer dikirin.


EKREM BEREKAT/REQA




Piştî 4 salan tembûra Kurdî


Şervanên YPGʹê yên hin ji taxên bajarê Reqayê rizgar kirî, bi tembûrê stranan dibêjin û şahiya azadiyê li dar dixin. Bi vê yekê, piştî 4 salan ji tarîtiyê, ev cara yekem e ku careke din li Reqayê stranên bi Kurdî têne gotin.

Navenda Ragîhandinê ya YPGʹê li ser malpera xwe ya Youtube dîmenek şervanên YPGʹê yên li taxên Reqayê yên rizgarkirî kom bûyî weşand û li wir xuya dike ku bi sazê stranan bi kurdî tên gotin. Di dîmen de moralê bilind ê şervanan jî diyar dibe. Bi vê yekê piştî 4 salan ji dagirkiriya çeteyên DAIŞʹê, ev cara yekem e ku stran di dilê bajêr de bi tembûrê têne gotin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN