Berpirsê Komîsyona Ewrûpayê Gunther Oettinger ragihand ku piştevaniya Yekîtiya Ewrûpa (YE) ji bo Tirkiyeyê dewam nake. 

Piştî ku Elmanyayê bang li YE´yê kiribû û jê xwestibû ku alîkariyên madî yên ji bo Tirkiyeyê kêm bike, Komîsyona Ewrûpayê jî têkildarî vê rewşê peyam da.

Komîserê Berpirsiyar ê Budce û Şiyanmendiya Mirovî ya Komîsyona Ewrûpayê Gunther Oettînger ku ji rojnameya Bild a Elman re axivî, got, Yekîtiya Ewrûpayê plan dikir ku heta 2020’an 4.3 milyar euroyên alîkarî bide Tirkiyeyê, lê niha dihizire ku alîkariyê neşîne.

Oettînger bal kişand ser fona Tirkiyeyê ya ku ji YE’yê digire û got; “Ev fona ku dihat dayîn, dihat payîn ku Tirkiye vê fonê ji bo projeyên wê nêzîkî Ewrûpayê bikin, bi kar bîne. Mînak bi rêya perwerdekirina dadger, dozger û rojnamevanan. Ger mirov temaşeyî bûyerên di warê siyasî de li Tirkiyeyê dinihêre, projeyên bi vî awayî dewam nakin.”

Elmanya daxwaz ji Komîsyona Ewrûpayê kiribû ku zextên ekonomîk yên li dijî Tirkiyeyê zêdetir bike. 


 BERLÎN