Gerîlayên YJA Starê 8’ê Adarê pîroz kirin û Leyla Guven silav kirin. Fermandara Biryargeha Navendî Zozan Çewlig, Endamê Konseya Leşkerî Şerda Mazlûm Gabar, ji Fermandarên YJA Starê Peyman Bagok, Amara Gulistan û bi dehan gerîlayên YJA Star beşdarî pîrozbahiya 8’ê Adarê bûn.
Di merasîmê de Fermandara Biryargeha Navendî Zozan Çewlig ji gerîlayan re axivî û got, “Di gerîlatiya nûjen û şerê demê de, em ê bi roleke girîng rabin. Di xeta Zîlan de pêşengiyê bikin û dawî li tecrîdê û zêhniyeta serdest bînin.”
ANF / BEHDÎNAN