Di salvegera komkujiya Şengalê de YJŞʹê hêza xwe li Reqayê zêde dike. Komeke din ji şervanên YJŞ´ê bi armanca rizgarkirina Êzîdiyên ji aliyê DAIŞʹê ve hatibûn revandin, gihişt Reqayê. 

Bi boneya sêyemîn salvegera komkujiya Şengalê, YJŞʹê hêza xwe ya tevlî pêngava rizgarkirina Reqa bûyî, zêde kir. Doh komeke din ji şervanên YJŞʹê di çarçoveya piştgiriya şervanên QSDʹê de ji bo rizgarkirina welatiyên Êzîdî yên ji aliyê çeteyan ve hatibûn revandin û sivîlên li bajêr asê mayî, gihiştin Reqayê.

Çavkaniyên YJŞʹê dan zanîn ku komeke din ji şervanên YJŞʹê doh derbasî bajarê Reqayê bûye û beşdarî şerê li dijî DAIŞʹê dibe.

Ev kom jî tevlî koma berê ya YJŞʹê ya li Reqayê bû û li kêleka şervanên QSDʹê li dijî komên çete yên DAIŞʹê şer dike.


`Li Reqayê şerkirin ji bo me soza tolhildanê ye`

 Şervanên YJŞ`ê yên ku tevlî hemleya rizgarkirina Reqayê bûyî jî 3`emîn salvegera komkujiya Şengalê bi bîr anîn û gotin:ʺ Li Reqayê şer kirin, ji bo me soza tolhildanê yeʺ.

Şervanên YJŞ`ê bi daxuyaniya xwe got, DAIŞ´ê hewl da bi qirkirina jinên Êzidî yên ku bi dilsoziya xwe ya bi ol û axa xwe re tên nasîn, çanda Êzdatiyê tine bike û wiha dewam kir: ”Bi tevlîbûna pêngava Cenga Mezin ya li Reqayê, em her roj tola jinên ku di vê fermanê de hatin qetilkirin û dîlgirtin, hiltînin. Li Reqaya ku jinên me li vê derê wek cariye hatin firotin; şer kirin, ji bo me soza tolhildanê ye. Hebûna me ya li vê derê ji bo me di wateya hesapxwestin e ji bo wan jinên me yên ku ev sê sal in aqûbeta wan ne diyar e.

Em ji Cenga Mezin ya Reqayê li hemû jinên xwe yên Êzidî banga tevlîbûna çeperên pîroz yên YJŞ’ê û ji nû ve bidestxistina nasnameya berxwedaniyê dikin ku cewherê jinên Êzîdî ye.” 


 REQA