Kampanyaya îmzeyê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li seranserê Başûrê Kurdistanê hatiye destpêkirin, her diçe berfirehtir dibe.

Endamên polîtburo yên Yekitî Niştimanî Kurdistan (YNK) beşdarî kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû.
Kampanya îmzeyan a meha Gulanê li Herêma Federal a Kurdistanê bi navê "Ji bo azadiy Ocalan 5 mîlyon îmze" destpê kir, bi beşdariya Yekitî Niştimanî Kurdistan (YNK) dewam dike. Heyetek ji Însiyatîfa Kampanya Îmzeyan a ji bo Azadiya Ocalan Kawa Nadir Kadir û Serdar Star, çûn serdana endamên polîtburo ya YNK'ê û Berprisyariyê YNK'ê yê Hewlêrê Sadî Ehnmed Pîro.
Endamê polîtburo yê YNK'ê Pîro di dema serdanê de kêfxweşiya xwe ya ji ber destpêkirina kampanya ji bo azadiya Ocalan û serdana heyeta Însiyatîfê anî ziman û destnîşan kir ku, şervanekî girîng ê gelê Kurd Abdullah Ocalan pirsgirêka Kurd weke pirsgirêkeke siyasî dibîne. Pîro bal kişand ser pêvajoya çareseriyê jî û got, "Herkes dizane, eger Birêz Ocalan azad bibe, wê bandoreke erênî li pêvajoyê bike." Pîro her weha kêfxweşiya xwe ya ji ber tevlêbûna gelê Hewlêrê li kampanyayê anî ziman.
Hat ragihandin, heyeta Însiyatîfê wekî din ji Alîkarê Serokê Herêma Kurdistana Federal û Alîkarê sereke yê Sekreterê Giştî yê YNK'ê Kosret Resûl daxwaza hevdîtinê kiriye.

Ji RJAK’ê bang

Li bajarê Silêmaniyê jî pêr danê êvarê li ber mizgefta navenda bajar standa îmzeyan ji aliyê Rêxistina Jinên Azadîxwaz yên Kurdistanê (RJAK) ve hate danîn û ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî îmze hatin komkirin.
Di derbarê xebatên komkirina îmzeyan de jinên endamên RJAK’ê ji ajansa me re axivîn û gotin: “Ji bo hemû cîhanê hatiye diyarkirin rola birêz Abdullah Ocalan a ji aşitî û demokrasî ji lewma em dikarin bêjin ku kes nikare rola birêz Ocalan a ji çareseriya civakek mayinde înkar bike. Lê ji ber ku birêz Ocalan di girtîgehê de ye dê nikaribe rola xwe li gora pêwîst pêk bîne. Ji ber têklîdariya bi birêz Ocalan re zore û ji ber wê yekê pêwîste birêz Ocalan serbest were berdan û rêbazên leşkerî were rizgar kirin, pêwîste bê zanîn ku aramî li Rojhilata Navîn pêk nayê heger pirsgirêka Kurd çareser nebe.”
Di heman demê de RJAK’ê da diyarkirin ku, komkirina yek milyon îmze erka her Kurdekiye û pêwîste her Kurdekî xwe xwedî wijdan dibîne; were û ji bo rizgarkirina Ocalan û hemû dîlên azadiyê îmze bike.”
Di dawiyê de RJAK’ê bang li tevahiya cîhanê kir û got: “Em wek jinên RJAK’î bang li hemû rêxistinên navnetewî, Saziyên Mafê Mirovan û kesayetên têklîdar ku dengê xwe tevlî dengê me bikin û banga azadiya birêz Ocalan bikin û bi wijdan piştgirî bidin îmzekirinê.”
RJAK’ê bi taybetî banga jinkir û got: “Banga  me ji bo tevahiya jin û civaka mirovahiyê ye ku êdî dest bidin ser wijdana xwe, beşdarî û piştgiriya xwe ji bo rizgarkirina mîmar û afrênerê azadiya jin û tevahiya mirovahiyê  birêz Abdullha Ocalan nîşan bikin û îmzeyan kom bikin.”

Partiya Komunîst azadiya Ocalan xwest

Ji aliye din ve Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê Kemal Şakir û rêveberên partiyê Ebû Taran, Diler Mihemed Şerîf, Heme Reşîd Qeredaxî û Baba Elî, gelek rêveberên partiyê mora xwe avêtin binê kampanyayê.  Ji Însiyatîfa Kampanya Îmzeyan a ji bo Azadiya Ocalan, Kawa Nadir Kadir, Eî Mehmûd û Serdar Star çûn serdana Navenda Giştî ya Partiya Komunîst a Kurdistanê. Serokê Partiya Komunist a Kurdistanê Kemal Şakir, ji ber serdana heyetê spas kir û û destnîşan kir, ku ew ji ber tevlêbûna xwe ya kampanyayê gelekî kêfxweş in. Şakir got, "Kî ji xwe re dibêje ez sosyalîstim, divê ji bo yek ji lîderên Kurdan birêz Ocalan azadiyê bixwazin û mora xwe bavêjin binê vê kampanyayê."

Li Mexmûrê jî kampanyayê dest pê kir  
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem bi organîzasyona Komelên Ciwan kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Ocalan hate destpêkirin.
Kampanyaya îmzeyan a li Ewrûpayê bi navê “Ji bo azadiya Ocalan 5 milyon îmze” dest pê kiribû û di destpêka meha gulanê de jî li Herêma Federal a Kurdistan jî bi armanca “Ji bo azadiya Ocalan 1 milyon îmze" dest pê kiribû li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem jî duh bi pêşengî û organîzasyona Komalên Ciwan a Wargehê dest pê kir.
Kampanyaya îmzeyan di 6’emîn Konferansa Meclîsa Gel a Demokratîk de jî weke biryareke hatibû girtin starta wê ciwanan da. Duh saet di 19.00’an de kampanyayê dest pê kir. Bi beşdariya ciwanan mal bi mal îmze tên komkirin. Her kesa/ê ji 10 salî jortir dikare beşdarî kampanyayê bibe. Komalên Ciwan, diyar kir ku di nava 3 rojan de dê komkirina îmzeyan temam bikin.  

 HEWLÊR/SILEMANÎ/MEXMÛR




Li Minbicê 15 hezar îmze

Li bajarê Minbic ê rojavayê Kurdistanê Tevgera Ciwanên Şoreşger, bi armanca destekdayina kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Ocalan meşek lidarxistin. Di roja yekê ji kampanyê tevî Serokê Meclida Leşkerî ya Şoreşê li Minbicê 15 hezar kes ji hemû pêkhateyên bajêr ji bo azadiya Ocalan îmze kirin.
Meşa ku ji ber navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Bajêr destpê kir, bi beşdariya Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, PYD, Konfedresyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz û PDPKS û sedan ji şêniyên Minbic ê hate lidarxistin.
Girseya qerebalix ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan vekiribûn. Bi siloganên dilsoziya bi Ocalan re heta cihê berhevkirina îmzeyan meşiyan. Li vir axaftin ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger, PYD, PDPKS û Konfedresyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz hatin kirin. Di hemû axaftinan de bal hate kişandin ser rola Ocalan a di jiyana Gelê Kurd û pêvajoya aşîtiyê de ku Ocalan daye destpê kirin.

Wê kampanya bidome

Piştî axaftin bi dawî bûn di bin silogana "Azadî ji Rêber Apo re" kampanya berhev kirina îmzeyan hate destpê kirin. Di Roja Yekem ji kampanyê bi hezaran kes ji hems pêkhateyên bajêr tevlî kampanyê bûn û ji bo azadiya Ocalan Îmzeyên xwe avêtin.
Di roja yekem a kampanya berhevkirina îmzeyan ku di bin silogana ji bo Ocalan û hemû girtiyên siyasî ên girtîgehên Tirkiyê azadî bi hezaran kesî îmzeyên xwe avêtin. Komîtîteyên têkildar li taxên bajê, ,meydanên sereke û çerxeriya Elkura Elerdiya îmze berhev kirin. Kampanya berhevkirina îmzeyan têkiliyeke mezin ji aliyê şêniyên bajêr girt û Serokê Meclisa Şoreşê ya Minbicê jî îmza xwe ji bo azadiya Ocalan avêt, her wiha gelek siyasetmedar û kesayetên navdar di bajêr de jî pişgrtiya kampaniyê kirin û îmzeyên xwe ji bo azadiya Ocalan avêtin. Komîteyên karê berhevkirina îmzeyan diyar kirin ku di roja yekem de wan 15 hezar îmze komkirin. Kampanya berhevkirina  Îmzeyan dê kampanya xwe li Minbic û Hemû gundên wê bidome.

Li Rojava belav dibe

Li Bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê “Însyatîfa Azadiya Ocalan” ji aliyê Desteya Bilind a Kurd, PYD, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Star û Konfedresiyona Xwendekarên Welatparêz ve dê li ser rêxistin kirina kampanyê bisekinin û hin rêxistinên din jî dê tevlî kampanyê bibin.
Têklîdarî mijarê “Însyatîfa Azadiya Ocalan li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê” daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê kesayetên wek Nêlson Mandêle, Çîrî Adêmiz, Xosê Ramûs, Horta Wang û San Sokah weke nimûne hatin destnîşan kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku bê guman Ocalan jî dikeve rêza van kesayetan û ji despêkê de armanca Tevgerê ew e ku pirsgirêk bi rêbazên aştiyane werin çareser kirin û rola birêz Ocalan di vir de sereke bû.
Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Hikûmeta Tirkiyê ji sala 1993’an de hewl da ku têkiliyan bi birêz Ocalan re deyne û bi vî awayî îtraf kir ku rola Ocalan a Sereke ye di çareseriya pirsgirêkê de. Hikûmeta Erdogan di dema 2 sal û nîvan de hevdîtin bi birêz Ocalan re pêk anîn, lê di Tîrmeha 2011’an de hevdîtin qut kirin, Di vê demê de pirotokol dihatin danîn û amadekariyên baweriyê û rêbazeke ku hêdî hêdî çek di bin çavdêriya hêzên navnetewî de bê deng bibin. Em di wê baweriyê de ne ku dê çareserkirina vê pirsgirêkê ji aliyê birêz Ocalan, nêrîn û nexşeriyên ku destnîşan kirine pêk bê. Piraniya gelê Kurd li dû birêz Ocalan disekinin, di sala 2006-2007’an de ji 3 milyon û nîv zêdetir Kurd îmze nîşan kirin ku Ocalan dikare pirsgirêkê çareser bike. Lê heger Ocalan di zindanê de be dê nikaribe bi gava xwe ya aştiyane rabe. Ji ber van xalan kes nikare rola birêz Ocalan înkar bike. Lê ji ber ku birêz Ocalan di girtîgehê de ye dê nikaribe rola xwe pêk bîne. Ji ber têklîdariya bi birêz Ocalan re zor e û ji ber wê yekê pêwîst e birêz Ocalan serbest were berdan û rêbazên leşkerî were rizgar kirin, pêwîst e bê zanîn ku aramî li Rojhilata Navîn pêk nayê herger pirsgirêka Kurd çareser nebe."
Di daxuyaniyê de hate gotin ku pêwîst e Tirkiyê birêz Ocalan serbest berde û atmosfêra pêvajoya aşîtiyê amade bike û bi taybet piştî ku çekdarên Kurd dest bi xwevekişîna ber bi başûrê Kurdistanê kirin.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin “Em wek însyatîfa azadiya Rêber Ocalan li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bang li hemû rêxistinên navnetewî, Saziyên Mafê Mirovan û kesayetên têklîdar ku dengê xwe tevlî dengê me bikin û banga azadiya birêz Ocalan bikin.”

QAMIŞLO 




Di Eurovisionê de îmze komkirin

Di pêşbirka starana Eurovision ku li bajarê Malmo yê Swêdê pêk hat, jinên Kurd di çarçoveya kampanya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, îmze komkirin.
Bi hezaran kesên ku ji welatên cûda yên Ewroapyê hatin bajarê Malmo, eleqeyek mezin nîşanî kampanya îmzeyê dan. Jinên ku bi sedan îmze komkirin, weke din jî di derbarê rewşa Ocalan û asta ku pirsgirêka Kurd hatiyê ji beşdarvana re vegotin. Keça Kurd ya 10 salî Ronya ya li gel çalakvana jî beşdarvana pir keyfa xwe pê anîn. 

MALMO