Doh serê sibê şandeya YNK û Tevgera Goran li Polîtburoya YNK’ê li bajarê Silêmaniyê civiyan. Di civînê de mijara pêkanîna xala di lihevkirinê de ya rêveberiya herêmî ya ku di roja 9.12.2014’an de di navbera her du aliyan de hatibû îmzekirin, hat gotûbêjkirin.
Di civînê de biryar hat girtin ku di roja 21.8.2016’an de xalên di lihevkirinê de pêk werin. Li gor vê biryarê wê di serî de Waliyê Silêmaniyê Dr. Aso Ferîdûn û Waliyên Helebce, Germiyan û Raperîn werin guhertin.
Li gor lihevkirina sala 2014´a ya di navbera her du aliyan de du salan YNK û du salan jî Goran erka Walîtiyê digire. Niha YNK erka Walîtiyê radestî Goran dike.
RÊZAN MIHEMED / SILÊMANÎ/ ROJNEWS