Endama Polîtburoya YNK’ê Bilêse Cebar Ferman der barê krîza li Herêma Kurdistanê û vegera aliyên siyasî ya Bexda ji ajansa me re axivî. Ferman da diyar kir ku vegera ji bo peydakirina mûçeyên karmendan, nehêsane.

Endama Polîtburoya YNK’ê Bilêse Cebar Ferman di berdewama axaftina xwe de wiha anî ziman; “Pirsgirêkên mezin ên hikûmeta Herêma Kurdistanê hene. Çend  cûrê krîzan hene, lê belê ya herî bi bandor krîza aboriye.  Li ser vê yekê hikûmet çend komîsyon ji avekirin. Ji bo çareserkirina van  pirsgirêka, di heman demê de, ji aliyê komîsyana ve  hinek pêşniyar ji hatin kirin ku hikûmetê dikarî van pêşniyaran pêk bîne.”

Bilêse Cebar diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkan di nava hewldanên berdewam de ne û wiha destnîşan kir; “Endamê me hene di nava hikûmetê de. Bi berdawam  ji aliyê partiyê ve guh li wan endama tê girtin. Gelo ji bo van pirsgirêkan hewildan di çi  astê dene.  Ji bo çareserkirina van pirsgirêka  di nava hewldanê berdawam dene.”

 Der barê vekişîna YNK’ê ya  ji hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî Bilêse Cebar  wiha got: “Di despêka avakirina hikûmetê de em tevlî bûn. Ji ber vê yekê me hikûmet weke ya xwe û gel dizanî. Em dizanîn ku em hatine hilbejartin, nûnerê gel bîn,  di nava hikûmetê de. Em weke YNK ne li gel fikra vekişîna ji hikûmetê ne.”

Endama polîtburoya YNK’ê  Cilêse Cebar Ferman têkildarî ne çareserkirina  krîza aborî û  vegera li Bexda jî wiha got: “Di rastî de, ev pirs wisan hêsan nîne, em bi vî rengî bersiv bidîn.  Ji ver vê  di bingeh de  vegera  li Bexda,  Bexda bi vî  şêwazî nayê ser xetê û nabêjin fermo emê mûçeyê mamostayan ji were bişînin. Mûçeyê karmendan beşeke ji bûtçeya Herêma Kurdistanê ya ji Bexda tê. Li ser butçeyê ji çend pirsgirêk heye û naşînin, ji ber çend sedeman. Ji ber vê yekê em nikarin ji Bexda re bêjin tenê mûçeyên mamostayan yan ji karmendan bişînin, bila yên din rawestin.” 

RÊZAN MIHEMED

ROJNEWS/ SILÊMANÎ