Wer xuya ye; hilbijartina ku 7’ê Hezîranê li Tirkiyê were lidarxistin, wê him bandorê li sibêroja Tirkiyê him jî li siyasetên dewletên ku Kurdistanê di nava xwe de parîhevkirine; Iraq, Sûriye û Îranê bike. Beriya hilbijartinê, pêngavên ku aktorên siyasî davêjin, niyeta wan jî radixe ber çavan...
Rejîmên serdest hên jî ji pêşketina statûyekî Kurdî re bêdil in û ji bo astengkirinê çi ji destê wan tê, dikin û dixwazin Kurdan bêstatû bihêlin.
Pêşketinên li Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê rejîma Îranê xistiye nava tirseke mezin. Bi taybetî piştî protestoyên Kurdan ên li Mahabadê li dijî bûyera întîharkirina jina Kurd Ferînaz Xosrewanî pêk hat, hêzên rejîmê li seranserê rojhilatê Kurdistanê liv û tevgera xwe ya leşkerî zêde kiriye. Wekî tê zanîn Îran him li Iraq û Sûriyê li gel rejîman di nava şerê li dijî DAÎŞ’ê de ye û him jî ji bo destê Kurdan lewaztir bike, di nava dek û dolaban de ye. Li Tirkiyê, pêşketinên bi Kurdan re elaqedar jî, bala Îranê dikişînin...
Li Rojava, Hêzên Kurdî (YPG-YPJ) û Hêzên Sûryanî li Kantona Cizîrê bi pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo, sêkuça Til Temir, Çiyayê Kezwan û bajaroka Mebrûka ya ku 221 gundan dihundirîne, rizgar kirin û berê xwe dan Girê Spî (Til Abyad). Li Bakur, Kurd û dostên wan ên demokrat di xebatên ji bo hilbijartina li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de moralekî mezin ji Şoreşa Rojava distînin. Helbet pêşketinên li Bakur û beşên din jî moralê dide têkoşerên li Rojava...
Li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyê pêvajoyekî hilbijartinê lidar e. Encamên vê hilbijartinê, wê daneyên siyasî yên sibêroja Tirkiyê û têkiliyên Kurd û Tirkan jî, derêxin holê. Komara Tirk a ku hebûna nasnameyên Kurd û xelkên din înkar dike û ji bo tunekirina wan heta niha polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê li dar xistiye, êdî xitimiye. Rejîma Tirkiyê yan hebûn û hemû mafên Kurdan û xelkên din qebûl bike an jî wê ber bi kaosê ve here. Di rewşeke wisa de, ji Kurdên Bakurî re piştgirî û moraldayîn karekî netewî û welatparêziyê ye. Helwestên ku moralê xelkê Bakur xirab dike û têkoşîna wan lewaztir dike helbet karên bêxêriyê, dijnetewî û dijyekîtiyê ne û destê dijminê Kurdan bihêztir dike. Ji ber vê yekê helwesta Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistan (YNK) û hinek siyasetên din ên Başûrî, divê wek helwestên pîroz, Kurdewarî û Kurdistanî bên nirxandin...
Belkî bala herkesî dikişîne, heta niha ji Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) tu helwesteke piştgiriya bi Kurdên Bakurî re nehate nîşandan; ne daxuyaniyek, ne jî pratîkek. Berovajî vê yekê; her roj di çapemeniya nêzî PDK’ê de pesna partiya desthilatdar a Tirk AKP’ê, ya ku maf û hebûna Kurdan înkar dike û ji bo fetisandina Şoreşa Rojava her cûre alikariyê dide DAÎŞ û El Nûsrayê û ji bo binpêkirina mafê Kurdan bi Îranê re dikeve nava her lîstêkên qilêr û dijînsanî, tê kirin...
Him berdevkên siyasî him jî çapemeniya nêzî PDK’ê, bûyera li Xinêrê pêk hatî ya ku pêşmergekî PDK-Î tê de canê xwe ji dest da, bi awayekî zirarê bide berjewendiyên Kurdan bikar anî. Daxuyanî û nûçeyên ku hatin belavkirin, bi nifir û heqaretên ku serdestên Tirk li Kurdan û Tevgera Azadiyê ya Kurdî dikin re, heman rengî bûn. Helbet mirina Kurdekî bi destê Kurdekî din, meseleyek pir cidî ye. Lê wexta mirov daxuyanî û nûçeyên di çapemeniya nêzî PDK’ê hatin weşandin dixwîne, di derbarê pêkhatina vê bûyerê de dikeve nava gumanên mezin, ku bûyer wek provokasyoneke bi niyetên pirr xirab pêk hatiye. Wer tê xuyakirin; ku hinekan ew koma pêşmergeyan bi zanebûn kaşî wê herêmê kiriye?!.
Her pêşketinên li Rojhilata Navîn û siyasetên serdestan nîşan dide ku, Kurd tenê bi yekîtî û piştgirîdayîna hevdu re wê rizgar bibin. Polîtîkayên ku hêza beşeke Kurdistanê lewaztir bike, wê hêza Kurdên parçeyên din jî lewaztir bike. Herwiha pêşketina li beşekî, wê moral û hêzê bide parçeyên din jî. Kurd mecbûrî yekîtî û piştgiriya bi hevdu re ne.
Ji ber vê yekê; YNK bi piştgiriya HDP’ê, karekî pirr pîroz û netewî pêk tîne, lê mirov kane vê pirsê bike; helwesta PDK’ê tê çi maneyê?..