Berdevkê Yekitiya Nîştîmanî Kurdistan (YNK) ragihand ku partiya wan beşdarî civîna îro ya parlamena Herêma Kurdistanê nabe û YNK li ser biryara xwe bi israr e.
Seroka Parlamena Herêma Kurdistan Dr. Vala Ferîd, bang li endamên Parlamenê kir ku di rûniştina awarte ya îro ya saet 11:00'an amade bin.
Berdevkê YNK’ê Letîf Şêx Omer li ser civîna parlamenê ya îro li ser malpera fermî ya partiya xwe doh daxuyaniyek belav kir û got, “YNK di biryara beşdarnebûna civîna parlamanê de bi israr e. Li gorî proje-yasayên hatine pêşkêşkirin, heta di siyasetê de reform neyên kirin, YNK bi ti awayî beşdarî civîna parlamena Herêma Kurdistanê nabe.”
SILÊMANÎ