HERÊM QADIR / ROJNEWS/SILÊMANÎ

Li ser avakirina meclîsa parêzgeha Helebceyê, aliyên siyasî hevdu sûcdar dikin. Cîgirê Malbenda 9’an ya YNK’ê li Şarezur, Tevgera Goran bi wê yekê sucdar dike ku Goran dixwaze li herêma YNK’ê tevlîheviyan derxe û got, ew ê wezîfeyê nedin ti kesî heya ku li Hewlêr û Dihokê lihevkirin pêk bê. Berpirsê Baregeha Tevgera Gorran a Helebce jî got, YNK ji lihevkirinê poşman bûye û naxwaze li ser ti tiştî li hev bike.

Piştî 56 civînan aliyan li ser avakirina meclîsa parêzgeha Helebce lihevkiribûn. Piştre YNK´ê xwe ji lihevkirinê vekişand.