Doh seat 11:00’an şandeyek ji YNK’ê ku pêk dihat ji Berpirsê Desteya Polîtburoyê Mela Bextiyar, Endamên Desteya Polîtburoyê Hakim Qadir û Omer Fetah û Endamê Polîtburoyê Seedî Ehmed Pîre serdana Yekgirtûya Îslamî li bajarê Hewlêrê kirin. Şandeyê piştre bi Komela Îslamî re hevdîtin kir.

Piştî civînê Endamê Polîtburoya YNK’ê Seedî Ehmed Pîre daxuyaniyek da ragihandinê û got: “Em guhertinên li Bexdayê red nakin lê belê pêwîste para Kurdan jî tê de were parastin. Prensîba bihevre jiyîna neteweyan ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatiye binpêkirin.”

Ehmed Pîre jî diyar kir ku YNK û Yekgirtû di civînê de bal kişandine ser vê ku pêwîste hebûna Kurdan di hikûmeta Iraqê de were parastin.

 

‘Em qebûl nakin ku aliyek din namzedên Kurd diyar bikin’

Di civîna çapemeniyê de Endamê Polîtburoya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Xelîl Îbrahîm jî axivî. Îbrahîm da zanîn ku pêwîste Kurd bixwe namzedên xwe ji bo wezaretan diyar bike û got: “Em qebûl nakin ku aliyek din namzedên Kurd diyar bikin. Ji ber ku namzedên me jî yên teknokrat hene.”

Li ser pirsa ku gelo wê Kurd xwe ji Bexdayê bikşînin jî Xelîl Îbrahîm diyar ku niha şandeyek ji bo bigihêjin encaman diçine civînan, hêj ji bo mijara paşdekişandinê danûstendina wan dewam dike.

 

Bi Tevgera Goran re jî bicivin

Seedî Ehmed Pîre di dawiya civîna çapemeniyê de jî ragihand ku wê li ser heman mijarê bi Tevgera Goran re jî bicivin.

Şandeya YNK’ê her wiha serdana Komela Îslamî jî kir. Piştî civînê aliyan daxuyanî dan çapemeniyê. Endamê Polîtburoya Komela Îslamî di civînê de ragihand ku nabe Kurd wek netewe were piştguhkirin û banga yekîtiyê li aliyên Kurd kir. 


 HEWLÊR