Bi armanca şopandina rewşa welatî û saziyên bajarê Serêkaniyê, şandeyek ji Yekîtiya Niştimanî Kurdistanê serdana bajêr kir. Şandeya ku ji 11 kesan pêk dihat, di destpêkê de serdana Navenda Têkliyan a Hêzên YPG’ê kir. 

Şande, piştre jî serdana nexweşxaneya Roj, Mala Gel û Navenda Saziya Malbatên Şehîdan kirin. Şande ji aliyê Rêveberê Navenda Têkliyan a Hêzên YPG’ê Hisên Koçer ve hate pêşwazîkirin.


Helebce hate bîranîn

Di serdanê de berpirsyarê Şandeyê Hisên Îsmaîl axivî û got ku armanc ji serdana wan ew e ku piştgiriya gelê Rojavayê Kurdistanê bikin. Her wiha wekî tê zanîn di vê rojê de rasthatina 27’emîn salvegera komkujiya Helebçeyê ye û derbarê vê yekê de birêz Îsmaîl got ku ev rojeke reş di dîroka gelê Kurd de ye û ji bo komkujiyên li dijî gelê Kurd dubare nebin divê hemû aliyên siyasî piştgiriya Rojava bikin û yekîtiya xwe xurt bikin.

Îsmaîl di axaftina xwe de wiha got: “Îsal jî em û welatiyên Serêkaniyê bi hev re komkujiya Helebçeyê bi bîr tînin.” Îsmaîl derbarê serdana bajarê Serêkaniyê de jî kêfxweşiya xwe anî ziman û diyar kir ku ew bi mînaka rêveberiya Xweseriya Demokratîk gelekî kêf xweş in.

Li aliyê din jî Hisên Koçer bixêrhatina şandeyê kir û rewşa siyasî û leşkerî ya dawî ku herêm têre derbas dibe ji şandeyê re nirxand. Piştre şande derbasî nexweşxaneya Roj bû û serdana şervanên YPG’ê û YPJ’ê yên birîndar kirin. 


 ANHA/SERÊKANIYÊ