Hêzên YPG’ê di pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de 10 gundên din ji çeteyên DIAŞ’ê rizgar kirin, li Kobanê û Cizîrê êrîşên çeteyan hatin bersivandin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê şerên qewimî de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPG’ê ya li ser malpera fermî ya YPG’ê hate weşandin de hat destnîşankirin ku Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo ya ku bi armanca rizgarkirina gund û bejahiya rojavayê Kantona Cizîrê hatibû destpêkirin di roja xwe ya 28’an de bi serkeftî berdewam dike û wiha pê de çû:” Operasyonên di çerçoveya merhaleya duyemîn a hemle me de tên lidarxistin, li başûr-rojavayê Serêkaniyê didomînin.

Hêzên me doh dane sihare li qadên dikevin navbera bakurê çiyayê Kizwanan û başûr-rojavayê gundê Alya de operasyonek nû destpêkirin. Hêzên me li van qadan heta niha gundên Ebû Ceradê, Ceradê Beggara, El Cefer, Til Mixer, Hezûmiyê û 5 gundên din ku navê wan nehatiye zelalkirin ji çeteyan paqij kirin. Operasyona li qadê bi hemû lêza xwe berdewam dike.” 


Termên xwe dihêlin û direvin

Her wiha Navenda YPG’ê diyar kir ku komên çeteyan şevê din li hember hêzên wan yên ku li derdora gundê Bedîa Silûk a ku dikeve rojavaye bajaroka Mebrûka xwe bi cih kiribûn êrîşek lidarxistiye û wiha dewam kir:” Îro dane sihare jî li hember gundê Xwêylan a ku li heman herême ye êrîşekî duyemîn lidarxistin. Herdu êrîşên çeteyan jî ji aliye hêzên me ve hatiye şikandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a li van qadan nehatiye zelalkirin. Hêzên me li vê qadê 5 termê çeteyan û hîn amûrên leşkerî bidest xistin. Pevçunên di van êrîşan de rêhevalekî me ku bi lehengî şer dikir gihişt şehadete.” 


Gelek çek hatin desteser kirin

Navend çek û amûrên hatiye bidestxistin jî wiha bi lêv kir: Hêzên me xebatên xwe ya lêgerîne ya gundê Xîwêran û derdora vî ya ku roja derbasbûyî ji aliye hêzên me ve hatibû rizgarkirin qedandin. Di encama van xebatan de hêzên me 14 kleş, 71 şerjora kleş, 500 fîşeka kleş, 2 BKC û lûlekî BKC, 4 B7, 20 gulleyê B7, 3 tifengê bi pompe, 20 gulleyê katuşa ya bi dest hatiye çekirin,  8 bombeya desta, 1 dûrbîna tangê, 14 rext, 2 maskê gazê, 10 çente, belgeyên rexistinî û amûrên leşkerî ya çeteyan bi dest xistin.”

YPG derbarê berxwedana Kobanê jî wiha got: “Berxwedana bi armanca rexistina terorî ya DAIŞ’ê ji Kobanê bi temamî paqijbikin tên meşandin, ket roja xwe ya 261’an û hîn berdewam dike. Şevê din komên çeteyan li rojhilate Kobanê hewldan êrîşek lidarbixin. Hêzên me ji vî komên çeteyan a ku dixwastin êrîşî gundê Merêser bikin agahdar bûn û li hember wan operasyonek lidarxistin. Di encama vê operasyone de hêzên me 3 endame çeteyan kuştin, 1 çete jî birîndar kirin. 


Bîlançoya meha Gulanê 


Navenda Çapemeniya YPG’ê bîlançoya şerê meha Gulanê bi raya giştî re parve kir. YPG’ê diyar kir ku di şerê meha gulanê de hezar û 5 çete hatiye kuştin, cenazeyên 353 çeteyan ketiye destê şervanên YPG’ê gelek çek û cebilxaneya çeteyan hatiye destserkirin. Her wiha YPG’ê da zanîn ku di şerê mehekê de 86 şervanên YPG/YPJ’ê jî jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniya navenda çapemeniya YPG’ê ku li ser malpera fermî ya YPG’ hate weşandin wiha ye:

* Çalakî û Operasyonên ku Hêzên me Pekanî ye: 73

* Pevçun û Temasên Hêzên me Ketiyem: 29

* Çalakiyên êrîş-operasyon û temas-pevçunên encam ne diyar: 31

* Êrîşên intîxarî ya bi wesaîtên bombebarkirî ku dijmin pêşxistiye: 24

* Hejmara dijmin a hatiye kuştin: 1005

* Hejmara termên dijmin yên ku hatiye destxistin: 353

* Hejmara dijmin yên ku dîl hatiye girtin: 2

* Amûr û çekên dijmin yên ku hatiye ruxandin: 59 maşîneya leşkerî, 11 maşîneya doçka barkirî, 21 maşîneya teqemenî barkirî, 3 tang, 2 panzer, 1 TIR, 1 kemyon, 1 treks”

Her wiha YPG’ê destnîşan kir ku gellek amûr û çek jî bi destxistine.

Navenda Çapemeniya YPG’ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku di meha gulanê de 86 şervanên YPG/YPJ’ê jiyana xwe ji dest dane. 


ANHA/SERÊKANIYÊ