Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku di roja 156. a berxwedana Kobanê de 13 gundên Kantona Kobanê hatine azadkirin, herî kêm 14 çete hatine kuştin û hejmarek ji cebilxaneyên çeteyên DAIŞ'ê hatine desteserkirin. Di operasyonên 24 seatê dawî de 7 rêhevalên me yên bi biryardarî û vînêk mezin şer kirin gihîştin şehadetê û 8 rêhevalên me jî birîndar bûn." 

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di roja 156. a berxwedana Kobanê de hêzên YPG/YPJ li her sê eniyên Kobanê bi pêş ve diçin û der barê operasyonên duh de ev agahî da: "Pengava Azadkirina Kobanê ya şervanên me bi hemû leza xwe berdewam dike. 

Hêzên me li bejahiya Kobanê bi lez bi pêş ve diçin û operasyonên xwe yên li hemberî gund û nuqteyên stratejîk ên di bin dagirkeriya rêxistina terorî ya DAIŞ'ê de ne, didomînin. Şevê din hêzên me li rojavayê Kobanê li hember 6 gundên di bin dagirkeriyê de bûn operasyonek lidar xistin. Gundên Bîreloz, Sêv Elî, Derbenov, Derbazina Mezin, Derbazina Navîn û Derbazina Horan di demeke kin de ji terorîstan hatin rizgarkirin. Bi vî awayî hêzên me li rojavaye Kobanê xwe gihandin çeperên xwe yên peşiya hewldana dagirkeriyê.


Li Başûr 12 çete hatin kuştin

Li başûrê Kobanê jî pêşveçûna hêzên me didome. Şervanên me şevê din li hemberî hin gund û nuqteyên stratejîk operasyonek hemwext lidar xistin. Di encama operasyonê de gundên Bîrabekê, Nûralî, Aslankê, Şaxirkî, Girêk, Şaxê û Qil Eydê, Girê Sîdar û Girê Sêvê, dîsa rêbenda Dîcle ji terorîstan hatiye azadkirin. Di pevçûnên li vê qadê de 12 terorîst hatin kuştin. 

Hêzên me li rojhilatê Kobanê li hember gundên Eydanê û Mendik jî operasyonek lidar xistin. Di qadê de pevçûnên dem kurt qewimîn û di encamê de li gorî tespîta hêzên me 2 terorîst hatine kuştin. Hêzên me li vir dest danîn li ser wesayîteke leşkerî, 5 kleş, 15 şerjorên kleşê û 1.000 fîşekên kleşê, 3 BKC, 1 roketavêja B7, 7 bombeyên destan, 2 debance, 3 rext, 1 bêtel û 1 kamera. 


ANF/KOBANÊ