Di daxuyaniyê de diyar kirin ku di şer de li herêma Kobanê 2 çete tevî çekên xwe bi saxî hatine girtin. Navendê destnîşan kir ku li Til Temir jî 2 çete hatine kuştin. Di daxuyaniya di biwara Kobanê de wiha hat gotin: “Çeteyên DAIŞ’ê şevê din li rojhilatê Kobanê hewl dan ku êrîşekê li dar bixin. Dema komên çeteyan dixwestin bikevin gundê Seferiyê yê li ser rêya Rutko, hêzên me bi wan hesiyan û êrîş birin ser vê komê. Piştî mûdexaleya hêzên me, li qadê pevçunek demkurt hate jiyandin. Di encama vê pevçunê de 2 endamên çeteyan tevî çek û cebilxaneyên xwe bi saxî hatine girtin.”
Di dewama daxuyaniyê de têkildarî şerê li herêma Cizîrê jî, ev agahî hatin dayîn: “Pevçunên ku di navbera hêzên me û komên çeteyan de li ser sînorên rojavayê Kantona Cizîrê, dewam dikin. Hêzên me şevê din li herêma Xerîta ya giredayî Til Temirê, li hemberî komên çeteyan êrîşek li dar xistin. Di êrîşê de ku çeteyên li gundê Mecdel hedef digirt, bi qasî hatiye zelalkirin 2 endamên çeteyan hatine kuştin.”
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN