
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çeteyên DAIŞ’ê ji herêmê reviyane û xwe li binya gundê Meerîn bicih kirine. YPG’ê di daxuyaniyê de aşkera kir ku di şer de her wiha 6 şervanên YPG’ê şehîd ketine.
Li Sefa şerê dijwar
YPG’ê di berdewama daxuyaniyê xwe de destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ/El Nusra li gundê Sefa yê Rimêlan bi çekên giran û tangan êrîş pêk anîne û di encama bersivdayîna şervanên YPG/YPJ’ê de pevçûnên dijwar qewimîne. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama pevçûnên li herêma Sefa de jî 38 çete hatine kuştin û 14 cenaze di destê şervanên YPG’ê de ne.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di şerên herêma Sefa de jî 3 şervanên YPJ’ê û şervanê YPG’ê Evraz Mihemed Emîn jî şehîd ketine. Di dawiya daxuyaniyê de soz hat dayîn ku dê şervanên YPG/YPJ’ê li ser xeta şehîd Evraz Mihemed Emîn û hemû şehîdên berxwedana Rojava têkoşîna xwe bidomînin û aramiya herêmê biparêzin.
Li Meerînê 32 çete hatin kuştin
Piştî çeteyên El Nusra li herêma Efrînê derbên mezin xwarin, li gundê Meerînê yê girêdayî Ezaza Helebê bi cih bûn. Piştî banga alîkariya şêniyên gund, şervanên YPG/YPJ’ê li dijî bargeha çeteyên DAIŞ’ê operasyonek dan destpêkirin û çalakî pêk hatî. Hat gotin ku di encama çalakiyê de li gundê Meerînê 19 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.
Li heman herêmê berî 3 rojan jî pevçûn derketibûn û 13 çete hatibûn kuştin. Di herdu pevçûnan de bi giştî 32 çete hatin kuştin.
ANHA/EFRÎN
YPJ: Sereftin a gelê Kurd e
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) derbarê êrîşên komên çete yên li dijî herêmên Rojavayê Kuridstanê daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku hêzên wan dê heta serkeftinê dê tekoşîna xwe ya li dijî êrîşan bidomîne. Fermandariya YPJ’ê Bang li hemû gelê Sûriyê kir da ku helwesta xwe ya tund li dijî êrîşên çeteyan nîşan bidin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrîşên komên çete li dijî herêmên Rojava ku tu hebûna rêjîmê têde tune ye, pêk hatiye û ev tişt hate gotin: ‘‘Komên çete ku tu têkiliya wan bi muxalefetê re tune ye bi tundî êrîşî sivîlan dikin.”
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em wekî gelê Kurd ev bû bêtirî du meh û nîv in, ji bo parastina herêma xwe ji talan û wêrankirinê Ii dijî komên çete bi keç û xortên ber xwe didin. Hêzê bi rastî dixwazin sîstemeke demokratîk ava bikin divê li dijî çeteyan bi hêzên me re bibin yek.”
Di daxuyaniyê de wiha hate destnîşankirin: “Li hemû bajarên Sûriyê wek Heleb, Reqa, Tileran, Tilhasil û hin bajarên din ku bi sedan salan hemû pêkhateyan jiyana hevbeş didomandin, gelê Kurd ji van bajaran hatin biderxistin. Li herêmên di bin kontrola me de em bi hemû derfetên xwe hemû pêkhateyan ji komên çete diparêzin.”
Berxwedan a gelên Rojava ye
Di derbarê ola Îslamê de daxuyaniyê wiha dom kir: “Em parastina ax, dîrok û ola xwe dikin û ev komên çete bi van karên xwe diyar dike ku ew dûrî Ola Îslamê ne.”
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin û wiha hate diyarkirin: “Berxwedana hêza me dike berxwedaneke pîroz e, hemû keç, dayîk û xortên me tevlî vê berxwedanê bûn. Civaka ku bi yek destî tevbigere dê serkeftin para wê be û tu carî bi bin nakeve. Hemû jinên gelê me û jinên Sûriyeyê bi awayekî çalak tevlî vê berxwedanê bûne. Her wiha bi xwîna xwe di nav YPG’ê û YPJ’ê de efsaneyên dîrokî ava kirin. Her wiha ji her kesî re diyar kirin ku jin xwedî hêz e. Di vê berxwedanê de gelek jin ji hêzên YPJ’ê jiyana xwe ji dest da û li pey xwe peyam hiştin ku têde dibêjin, ji bo parastina welat em ê xwîna xwe bidin. Gelê ku jin têde hatiye birêxistin kirin tu carî bi bin nakeve û serkeftin para wê ye. Berxwedana şervanên YPJ’ê li dijî komên çete û hov diyar dibe ku jin gihîştiye asteke ku dikare serkêşiya civakê di hemû qadan de bike. Berxwedana şervanên YPJ’ê li herêma Cizîrê bi hevala me Warşîn Cûdî destpê kir û heta hevala me Jiyan Ehers, h. Zagros û h. Zelal. Berxwedana hevalên me li herêma Efrînê bi hevala Ronahî, Roksan, Jînda û Hêra hate meşandin. Li herêma Kobanê jî bi hevala Viyan, Peyman û Nejbîr bûn. Hemûyan ji bo parastina ax û dîroka gelê xwe xwîna xwe erzan dan.”
Têkoşîna Jiyan Ehres
Di daxuyaniyê de wiha hate diyar kir: “Hevala me Jiyan Ehres ji bo tevlî refên YPJ’ê bibe berxweda Navenda YPJ’ê û piştre wekî fermandarekê eniya Girkê Legê û Çilaxa da meşandin û bû berpirsiyarê vê eniyê. Hevala Jînda û hevala Roksan cihê xwe di Meclîsa Leşgerî ya YPJ’ê de digirtin û berpirsiyarê eniya şer ya Qestel Cindo û Cindirêsê yên herêma Efrînê bûn û rola wan di ava kirina YPJ’ê de gelekî girîng bûn. Hevala Jînda ji destpêka şoreşa 19’ê Tîrmehê ve di rizgarkirina bajarê Kobanê de bi roleke mezin rabû. Di berxwedana herêma Efrînê de heta fîşeka dawî ber xwe dan û nexwestin serê xwe ji çeteyan re dînin û hevdeyek ji porên xwe bi dest wan din û bombeyên li gel herdu hevalan bi xwe de teqandin.”
Di dawiya daxuyaniya YPJ’ê de wiha hate gotin: “Dilsoziya me ji rihên şehîdên me re, em wekî YPJ’ê û YPG’ê sozdidin wan û gelê xwe ku em heta dawî li dijî hêzên tarî ber xwe bidin û serkeftin para me ye. Em bang hemû gelan bi taybet gelê Sûriyê dikin ku hemû jin berê xwe bidin vê berxwedanê. Her wiha bê guman serkeftin a me ye.”
NAVENDA NÛÇEYAN