
6 çete bi saxî hatin girtin
YPG’ê destnîşan kir ku di şer de Hezîranê 483 çete hatin kuştin, ji van cenazeyê 223´yan ket destê hêzên YPG’ê û 6 çete bi saxî dîl ketin destê hêzên YPG’ê. Navenda Ragîhandin û Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di çalakî û şer de Hezîranê gelek çek û cebilxana ketine destê wan û lîsteya van çekan weşand:
178 klêş û 19.910 guleyên wan, 27 BKC û 23.835 guleyên wan, 296 şarjorên klêşê, 34 rext, 67 bombeyê destan, 29 B-7 û 68 roketên wan, 2 doçkayên 12,5 mm,2 doçkayên 14,5 mm,1 doçka 23,5 mm û 100 guleyên wê, 3 füze, 3 çifte, 1 M16, 1 karnas, 1 çeka sekvanî şiyar, 1 law, 3 demance, 2 dûrbînên şevê, 2 dûrbînên rojê, 1 hawana 60 mm, 1 hawan û 6 guleyên hawanê, 13 mayin, 2 rextên întîharê, çenteyekî dermanan û tenduristiyê, kompûterek û kamerayek, 9 maşîneyên leşkerî,2 maşîneyên doçka barkirî, 1 maşîneya midfehreşaş barkirî, 2 panzer, 4 motorsîklet, 7 bêtêlên destan û 5 bêtêlên mezin. YPG’ê destnîşan kir ku di mehekê de 13 tirmpêlên leşkerî, Tirmpêlek doçka barkirî, 3 panzêr û 2 tang rûxandine.
63 şervanan jiyana xwe ji dest da
Navenda Ragîhandina YPG’ê di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku di hezîranê de de 61 şervanên YPG’ê, şervanek Artêşa Azad û şervanekî Şemis El-Şemal jiyana xwe ji dest daye.
QAMIŞLO