Di operasyonên YPG/YPJ'ê yên roja 153. a berxwedana Kobanê de hejmarek gund û nuqteyên stratejîk ji DAIŞ'ê hatin paqijkirin. Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê got, "Di şerên pêr de herî kêm 53 terorîstên DAIŞ'ê hatin kuştin" û diyar kir ku operasyonên paqijkirinê Kobanê dewam dikin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê der barê operasyonên roja 153. a berxwedana Kobanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî dan:

"Berxwedana Kobanê ya ku li hember hewldanên dagirkirine terorîstên DAIŞ'ê tê meşandin û gihîştiye merhaleya serketinê kete roja xwe ya 153'an. Hêzên me yên ku operasyonên xwe di çarçoveya Pengava Azadkirina Kobanê de dewam dikin hejmarek gund û nuqteyên stratejîk ji terorîstan rizgar kirin.

Şervanên me yên ku li hemberî rêxistina terorîst a DAIŞ'ê bi awayekî bandor têdikoşin bi operasyonên xwe yên şevê din (pêr bi şev) re derbên giran li terorîstan xistin." 


Li girê gundê Bexdikê 23 terorîst hatin kuştin

Daxuyaniyê weha dewam kir: "Şervanên me şevê din girekî stratejîk ê ku ji aliyê terorîstan ve hatibû dagirkirin hedef girtin. Di encama şerê dijwar ê li vî girê stratejîk ê li  gundê Bexdikê de, gelek kuştiyên terorîstan çêbûn û hêzên me serdestiya xwe li ser vî girî çêkir.

Di şer de 23 kuştiyên terorîstan hatine tespîtkirin. Hêzên me tevî 18 termên terorîstan dest danîn ser wesayîteke leşkerî, doçkake 12,5 mm û 300 guleyên wê, 9 kleş, 70 şarjorên kleşê û 4.000 fîşekên wê, 2 BKC, 2 lûleyên BKC û 2.000 fîşekên wê, 2 roketavêja B7 û 4 roketên wê, 8 bombeyên destan, 8 rext, 5 dûrbîn, 1 dûrbîna şevê, 5 bêtel û 2 telefon."


Gundê Çariqli azad e

Navenda Çapemeniya YPG´ê da zanîn ku li Rojhilatê Kobanê jî wan li herêma di navbera gundê Dêrfilît fabrîkeya Çîmeto de jî 3 terorîst kuştine.

Daxuyaniyê weha dewam kir: "Şervanê me li rojavayê Kobanê li hemberî terorîstên DAIŞ'ê operasyonek hemwext lidar xistin. Di operasyonê de gundê Çariqli, Girê Şehîd Hogir û hawizê avê yê li nêzî gundê Çariqli ji çeteyan hatine rizgarkirin. Di encama operasyonê de 11 terorîst hatin kuştin. Dîsa hêzên me dest danîn ser 4 kleş, 4 rext û 4 guleyên roketavêja B7."

Navenda Çapemniyêwekî din da zanîn ku li başûrê Kobanê girê Kun Eftar jî ji terorîstan hat rizgarkirin. Li vir wesayîteke eskerî hatiye rûxandin 7 terorîst hatin kuştin û tevî cebilxaneya xwe termên wan keton destên hêzê YPG´ê. Daxuyaniyê weha dewam kir: "Li başûrrojavayê Kobanê jî di navbera şervanên me û terorîstên DAIŞ de pevçûnên dijwar qewimîn. Di encamê de 9 kuştiyên çeteyan hatin tespîtkirin. Di operasyon û pevçûnên 24 saetên dawî de 4 rêhevalên me yên ku bi fedekariyeke mezin bi lehengî şer kirin gihîştin şehadetê, 6 rêhevalên me jî birîndar bûn." 


 DİHA/KOBANÊ