Navenda Çapemeniyê ya YPG der barê êrîşên komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Eniya El-Nusra û hinek komên Artêşa Azad ku ji Dêrik heta Helebê dewam dikin de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku komên çekdar ji Dêrikê heta Heleb û Efrînê êrîşên xwe yên hovane didomînin û bi israr dixwazin ku herêmên Kurdî ji hev qut bikin û şêniyên wê koçber bikin.

Di daxuyaniyê hate bibîrxistin ku komên girêdayî Artêşa Azad bi tang û çekên giran êrîşî taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê kirine û bêyî ku cudahiyê bikin cihên sivîl topbaran dikin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi van êrîşan tê xwestin ku herêm ji şêniyên wê bê valakirin, lê hêzên YPG'ê li hemberî van êrîşan  bi hemû hêza xwe radiweste û nahêle ku êrîşkar bikevin taxan. Di daxuyaniyê de hate gotin ku pevçûnên li herêmê didomin. Der barê şer û pevçûnên li Serêkaniyê de jî di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: "Komên çekdar ji 5 aliyan ve êrîşan pêk tînin û dixwazin bajar dorpêç bikin da ku ji herêmên din ên Rojava qut bikin. Komên çekdar ji aliyê Til Xelef, gundên Mişrafa, Çafa, Neddaf û Elok êrîş pêk anîn. Êrîşkaran tang û çekên giran bikar anîn. Lê hêzên YPG'ê bersiva van êrîşan dan û li piraniya eniyên şer komên çekdar têk çûn. Di van şeran de bi dehan kuştî û birîndarên komên çekdar çêbûne. Pevçûn hîn li gundê Elok didomin. Li aliyê din ev komên behsa mijarê bajar topbaran dikin." Di daxuyaniyê hate destnîşankirin ku di pevçûnên li Serêkaniyê de 7 şervanên YPG'ê jiyana xwe ji dest dane.

Li Girê Spî gundek hate rizgar kirin  
Têkildarî pevçûnên li herêma Kobanê jî di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên YPG'ê di çarçoveya operasyona tolhildanê ya "Şehîd Dilovan û Şehîdên Heleb û Reqayê" de li hemberî biryargeha komên çekdar a li gundê Susik ê li Rojhilatî Kobanê çalakiyek pêk aniye. Hate gotin ku di encama çalakiyê de gund bi temamî hatiye rizgarkirin û 60 endamên komên çekdar hatine kuştin, 2 dîl ketine destê YPG'ê. Her wiha doçkayek 23, doçkayek 12.5, 35 kelaşnîkof, 3 bûrno, 3 ARBK, apîciyek, demanceyek, 6 wesayît û gelek cebilxane hatin desteserkirin.  Di daxuyaniyê de hate gotin ku di vê çalakiyê de şervanekî YPG'ê jiyana xwe ji dest daye. Hate diyarkirin ku li eniyên din ên herêmê pevçûn cih bi cîh didomin.
Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku YPG di xeta berxwedan û parastina hemû pêkhateyên herêmê de wê israr bike, bersiva hemû êrîşan bide û ev bang hate kirin: "Em ji ENKS'ê dixwazin ku helwesta xwe nîşan bide ka li gel Koalîsyona Muxalefeta Suriyê ya ku piştgiriya komên çekdar ên ku êrîşî gelê Kurd dikin, di nava êrîşan de ye yan na. Em bang li hemû pêkhateyên herêmê dikin ku li rex hêzên YPG'ê cih bigirin û li dijî komên çete derkevin." 

ANHA/HELEB




Çeteyan derbên mezin ji eniya yekitiyê xwarin
Êrîşên çeteyên girêdayî ‘Artêşa Azad’ di roja 9’an de li dijî taxên kurdan ên Helebê didomin. Li dijî van êrîşên hovane berxwedana şervanê YPG/YPJ’ê û Eniya El-Ekrad berdewam dike. Di encama topbarana çeteyan de 14 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Komên çete ên girêdayî ‘Artêşa Azad’ û El Nusra di roja 9’an de êrîşên xwe yên li dijî taxa Şêxmeqsûd dewam dikin. Komên çete di êrîşên xwe de çekên giran û tangan bi kar tînin. Êrîşkarên ku li dijî xwe berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê û Eniya El-Ekrad dibînin, nikarin bi pêş bikevin. Li gorî agahiyan di pevçûnên 9 rojan de 72 çete hatine kuştin û 8 jî birîndar bûne.
Çeteyên ku ji ber berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê û Eniya El-Ekrad nikarin pêşbikevin taxê ku sivîl lê ne topbaran dikin. Hat hînbûn di encama topbaranê de 14 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û zêdeyî 40 kesî jî birîndar bûne.
Her wiha hêzên rêjîma Baasê jî ji aliyê din ve bi çeteyên Artêşa Azad re êrîşî taxa Şêxmeqsûd dikin û hewldidin ku taxê bixin bin kontrola xwe. Lê tevî hemû êrîşan jî berxwedana şêniyên taxê dewam dike û bi hemû hêza xwe alîkariya şervanên kurd dikin. Jinên kurd di saetên sibê de xwarinê amade dikin û mêr jî li navendên YPG’ê û bendên kontrolê belav dikin.
Hat hînbûn komên çete 3 zarok û hevsera endamê Meclisa Taxa Eşrefiyê Remî Mûsa revandine. Li gorî agahiyan navê kesên ku hatine revandin ev in: Zîlan Mûsa, Ehmed Mûsa, Hesen Mûsa û hevsera wî Nezmiya Mihemed.