
Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê da zanîn ku hêzên wan di çarçoveya Pêngava Fermandar Rûdar de 7 gundên din rizgar kirine û pêşveçûna şervanên YPG’ê didome.
Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê şerê 24 saetên dawî de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya YPG’ê de hat gotin ku di çerçoveya “Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo” de di roja 46’an de li başûrê Girê Spî û Silûkê pêşveçûna hêzên wan yên Kobanê û Cizîrê didome.
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: “Hêzên me yên Cizîrê, şevê din di çerçoveya hemlê de li başûr-rojavayê bajarokê Silûkê operasyonek li dar xistin. Di encama vê operasyonê de gundên Til Hemama Tirkmena û Til Hemam ji çeteyan hatin paqijkirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan di vê operasyone de nehatiye zelalkirin.”
Li Kobanê 5 gund hat rizgarkirin
YPG´ê wekî din da xuyakirin ku hêzên wan yên Kobanê jî li başûre Girê Spî operasyonek li dar xistine û di encama vê operasyone de gundên bi navê Etşanê, Ebûneytûnê, Kulêh, Girana Biçuk û Maharâ Şerqî ji çeteyan hatine paqijkirin. Derbarê çekên hatine destxistin jî ev agahî hatin dayîn: “Hêzên me li vê qadê tevî 4 termên çeteyan dest danîn ser 4 kleş, 1 roketavêja B7, 4 rext, 1 bêtel û 1 kamyona çeteyan. Di vê operasyone de şervanekî Arteşa Azad gihiştiye şehadete. Operasyonên hêzên me dewam dikin.ˮ
ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN
Partiya Yekîtiya Suryanî destketiya Girê Spî pîroz kir
Têkildarî rizgarkirina herêmên Kantonên Cizîrê û Kobanê Partiya Yekîtiya Suryaniyan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Partiya Yekîtiya Suryaniyan bi daxuyaniyekê rizgarkirina gundên Xabûr, Çiyayê Kizwanan, Mebrûka û herî dawî jî Girê Spî (Til Ebyed) li hêzên hevbeş û hemû pêkhateyên herêmê li Kurd, Ereb, Suryanî û Asûriyan pîroz kir.
Daxuyaniyê wiha ye: “Rizgarkirina bajêr bi destê hêzên YPG û Bûrkan El-Firat pêk hat. Her du hêzan dersên ku nirxên mirovahiyê û jiyana hevbeş a di nava hemû pêkhateyên Sûriyeyê temsîl dikin, dan çeteyan. Rizgarkirina bajêr bi yekbûna çeka hemû pêkhateyan a li dijî çeteyan pêk hat. Bi vê yekê hemû planên ku pê dihate xwestin ku tevlihevî û fitneyê di nava pêkhateyên Sûriyê derbixin, hatin pûçkirin.
Em wekî partiya Yekîtiya Suryanî rizgarkirina Girê Spî li hemû hêzên xwe yên hevbeş û gelên xwe yên kantonên Cizîr, Kobanê û hemû gelên Sûriyeyê ku êdî nema hêzeke demokratîk ji bilî hêzên YPG/YPJ, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî û Hêzên Bûrkan El-Firat dibîne, pîroz dikin. Van hêzan karîbû çeteyên DAIŞ’ê li her du herêman dûr bixînin. Ev hêz di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de ku bûye mînaka herî beş a çareserkirina aloziya li hemû erdnîgariya Sûriyê kar dike. Van hêzan karîbû ewlekarî, aramî û jiyana hevbeş a di nava hemû pêkhateyan biparêzin.”
ANF