Şervanên YPG/YPJ’ê pêr li dijî baregeha çeteyên El Nusra ya li gundê Sûsikê operasyoneke şoreşgerî dabû destpêkirin. Hat ragihandin ku di vê çalakiyê de hejmara çeteyên di ku hatine kuştin derkete 81 an. Li gorî çavkaniyên Girê Spî di navbera tabûrên çeteyan ên bajêr de nakokî derketiye. Her wiha hat aşkerakirin ku pêr ji Tirkiyeyê ji bo komên çete cebilxane hatiye şandin.

Li gorî agahiyên ku ji xebatkarên nexweşxaneya Girê Spî (Til Ebyad) hatine girtin, hejmara çeteyên pêr di çalakiya şervanên YPG/YPJ’ê ya li gundê Sûsik de hatine kuştin derkete 81 an. Heman çavkanî destnîşan kir ku niha 27 cenazeyên çeteyan hîn di nexweşxaneyê dene. Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku zêdeyî 40 birîndarên komên çete rakirine nexweşxaneyên bakurê Kuridstanê û diyar bûye ku rewşa gelek ji wan xeter e. Çavkaniyên li Girê Spî ragihandin ku piştî çalakiya YPG’ê gihişt armanca xwe û gundê Sûsik bi temamî ji komên çete hat rizgarkirin, di navbera çeteyan de pevçûn derketine û hin endamên tabûran biryar dane ku xwe bi aliyê Reqayê ve vekişînin.

Çete bi hev ketin  

Li gorî agahiyên ku hatine bi dest xistin, di navbera tabûrên ‘Artêşa Azad’ û çeteyên Dewleta Îslamî Iraq-Şam/El Nusra de nakokî derketine. Hat gotin ku çeteyên Artêşa Azad ji fermandarên El Nusra re gotine ku ew xistine nava şerekî xeter û di encamê de gelek endamên wan hatine kuştin.

Cebilxane ji Tirkiyeyê tê

 Li aliyeke din hat aşkera kirin ku piştî çalakiya gundê Sûsik, Tirkiyeyê alîkarî ji komên çete re şandiye. Hat ragihandin ku hejmarek zêde cebilxane 2 topên dûravêj pêr ji deriyê Kaniya Xezalan (Akçakale) derbasî Girê Spî bûye.
Hat zanîn piştî komên çete cebilxane û topên dûravêj ji dewleta tirk girtine, pêr bişev gundê Sûsik dane ber topan.  

Li Girkê Legê navendên çeteyan bûn hedef

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) duh di saetên sibê de li dijî baragehên komên çete yên li gundên Yûsifiyê, Girhok û Til Hecer ên Çilaxa ya Girkê Legê çalakî lidarxistin. Hat gotin ku di çalakiyê de wesayîtek koman hat ruxandin û gelek çete hatine kuştin.
Li gorî agahiyên ku hatine bi dest xistin, çalakiya şervanen YPG/YPJ’ê duh saet di 03.30’an de pêk hatiye û di çalakiyê de, 3 baragehên çeteyên Dewleta Îslamî Iraq û Şamê (DAIŞ)/El Nusra û komên girêdayî wan hedef hatiye girtin. Hat ragihandin ku di çalakiyê de wesayîtek komên çete li gundê Girhok hatiye ruxandin û gelek çete hatin kuştin. Hat diyarkirin ku şervanên YPG’ê di çalakiyan de çekên giran bi kar anîne û pevçûn herêmê cih bi cih didomin.

Li Bakûr maşîneyên çeteyan  

Li gundê Mişrafa ya Serêkaniyê pevçûnên demî di navbera şervanên YPG’ê û komên çete de qewimîn. Serêkaniyê ji 5 aliyan ve rastî êrîşên komên çete hatibû û pevçûnên dijwar di rojên dawî de qewimî bûn. Pêr bişev pevçûnên demî li gundê Mişrafa hebûn.  Li aliyê din jî hat ragihandin ku derdora 30 wesayîtên komên çete li nêzî gundên Feqîra û Erada bakurê Kurdistanê di nava tevgerê de ne.




Nasnameya berxwedêran eşker bû

Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyek nivîskî navê şervanên YPG’ê ku di pevçûnên dawî yên li Serêkaniyê, Girê Spî, Til Koçer eşkere kir. Li Dirbêsiyê û Kobanê ji bo şervanên YPG’ê merasîm hate lidarxistin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di pevçûnên 14’ê Îlonê ku li Serêkaniyê qewimîbûn 10 şervanên YPG’ê û endamên Asayîşê jiyana xwe jidest dane. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku di berxwedana 14’ê Îlonê ya li dijî êrîşên komên çekdar şervanên YPG’ê Dilo Ferec ê bi nasnav Êrîş Gerzan, Zekeriya yê binasnav Avareş, Muslim ê binasnav Canfîda Kobanê, Raid Mio yê bi nasnav Raid, Bengîn Xedîca yê bi nasnav Rêzan, Mihemed Muslim ê binasnav Canfida Kobanê, Yilmaz Mihemed ê bi nasnav Goran, Ednan Xelîl ê bi nasnav Bilind Kobanê û endamên Asayîşê Ehmed Ebdulqadir û Xalid Hesen jiyana xwe jidest dane.
Di daxuyaniyê de navê 4 şervanên YPG’ê ku di pevçûnên li cihê cûda jiyana xwe jidest dane eşker kir. Li gorî daxuyaniya YPG’ê şervanên YPG’ê Mazlûm Qermox û Bozan Nuh li Gundê Sûsik jiyana xwe jidest yê Girê Spî, Mihemed Osman li gundê Til Îd yê Qamişlo û Loqman Mihemed li gundê Girhok yê Til Koçer jiyana xwe jidest dane.

Merasîm hatin lidarxistin
Li bajarê Dirbêsiyê cenazeyên şervaên YPG’ê Mihemed Seîd ê bi nasnav Rustem Cûdî, Dilo Ferec ê bi nasnav Êrîş Gerzan, Yelmaz Mihemed ê bi nasnav Goran û Zekeriya yê bi nasnav Avareş ji aliyê hezaran kesî ve hatin definkirin.
Welatî duh saet di 17.00’an de li be li ber navenda Saziya malbatên Şehîdan hatin cem hev. Piştî wergirtina û bi karwanekî ber bi goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê ve hatin oxirkirin. Li vir merasîm hate lidarxistin. merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl axivî û bal kişand ser berxwedan şervanên YPG’ê yên ku herêmê ji êrîşên komên komên çekdar diparêzin. Xelîl da zanîn ku hêzên YPG’ê hemû pêkhateyên Rojava bê cudahî diparêzin û di nava hêzên YPG’ê de şervanên ji hemû netewan hene.
Li ser navê Partiya Çep Sekerterê Partiyê Mihemedê Mûsê axivî û bal kişand ser berxwedana şervanên YPG’ê ya li dijî êrîşên komên çekdar. Di merasîmê de li ser navê Saziya malbatên Şehîdan jî axaftin hate kirin. Piştî axaftinan cenazeyên şervanên YPG’ê bi diruşmeyan spartin axê.

Li Kobanê merasîm

Li Kobanê jî Cenazeyê şervanê YPG’ê Mazlûm Qermox ji aliyê hezaran kesî ve li goristana Şehîdan a gundê Termik hate definkirin. Cenzeyê şervanên YPG’ê ji aliyê hezaran kesî ve ji gundê Qermox hate wergertin. Girseyî  cenaze bi karwanekî ku ji sedan wesayît pêk dihat birin Meydana Azadî. Li vir axaftin hatin kirin. Li sr navê Saziya Malbatênê Şehîdan Mistefa Îto, li ser navê YPG’ê Dijwar Kobanê, li ser navê Partiya Demokratî kurd a Sûriyê Azad Berazî, li ser navê TEV-DEM’ê Nûrî Mehmûd, li ser navê Yekîtiya Star Sara Xelîl,li ser navê Meclîsa Kobanê Ehmed Şêxo  û li ser navê PYD jî axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de berxwedana hêzên YPG’ê ya li dijî êrîşên komên çekdar hate silavkirin. Piştî axaftinan girseyê cenaze ber bi goristana Şehîdan a li Gundê Termik ve bi rêkirin. Li vir cenaze bi tilîlî û diurşmeyan spartin axê. 

ANHA /KOBANÊ




Navê şervanên YGP'ê


Nav û Paşnav: Dolo Ferec (Êrîş Gerzan)
Cihê jidayîkbûnê û dîrok: Serêkaniyê
Di berxwedana 14’ê Îlonê ya li Serêkaniyê jiyana xwe jidest da ye.
Nav û paşnav: Zekeriya Reşîd (Avaşîn)
Cihê jidayîkbûnê û dîrok:    
Heleb/Eşerfiyê 1985
Di berxwedana 14’ê Îlonê ya li Serêkaniyê jiyana xwe jidest da ye.
Nav û paşnav: Mihemd Seîd (Rustem Cûdî)
Cihê jidayîkbûnê û dîrok: Serêkaniyê/1980
Di berxwedana 14’ê Îlonê ya li Serêkaniyê jiyana xwe jidest da ye.
Nav û paşnav: Raid Mio(Raid)
Cihê jidayîkbûnê û dîrok: Serêkaniyê/1982
Di berxwedana 14’ê Îlonê ya li Serêkaniyê jiyana xwe jidest da ye.
Nav û paşnav: Bengîn Xedîca (Rêzan)
Cihê jidayîkbûnê û dîrok: Serêkaniyê/1994
Di berxwedana 14’ê Îlonê ya li Serêkaniyê jiyana xwe jidest da ye.
Nav û paşnav: Mihemed Selîm (Berxwedan)
Cihê jidayîkbûnê û dîrok: gundê Xurxurê/Konanê/1996
Di berxwedana 14’ê Îlonê ya li Serêkaniyê jiyana xwe jidest da ye.
Nav û paşnav: Yelmaz Mihemed (Goran)
Cihê jidayîkbûnê û dîrok: gundê Feqîra/Dirbêsiyê/1992
Di berxwedana 14’ê Îlonê ya li Serêkaniyê jiyana xwe jidest da ye.
Nav û paşnav: Endan Xelîl (Bilind Kobanê)
Cihê jidayîkbûnê û dîrok: gundê Hemdûn/Kobanê/1994
Di berxwedana 14’ê Îlonê ya li Serêkaniyê jiyana xwe jidest da ye.
Nav û paşnav: Bozan Nûh (Serxwebûn Kobanê)
Cihê jidayîkbûnê û dîrok: gundê Xidir Bacar/1992
Di 14’ê tîrmehê de di berxwedan Kobanê jiyana xwe jidest dabû.
Nav û paşnav: Osman Mihemed Berekat (Berxwedan)
Cihê jidyîkbûnê û dîrok: Gundê Til Îd/Tirbespiyê/1988
Di berxwedana 10’ê îlonê ya li gundê Til îd a Tirbespiyê jiyana xwe dest daye.
Nav û paşnav: Ibrehîm Xelîl (Mazlûm Qermox)
Cihê jidayîkbûnê û dîrok:
Di 14’ê îlonê de li gundê Sûsik a Til Ebyedê jiyana xwe jidest da ye.
Nav û paşnav: Luqman Mihemed (Luqman)
Cihê jidayîkbûnê û dîrok: gundê Xerab Eto/Kobnê/1993 Li başûrê Kurdistanê kar dikr û dema rojava rastî êrîşan hat vegeriya û tevlî nava refên YPG’ê û `27’ê tîrmehê de li gundê Girhok a Çilaxa jiyana xwe jidest dabû.

Endamên Asayîşê :
Nav û paşnav: Ehmed Ebdulqadir (Ehmed)
Cihê jidayîkbûnê û dîrok: Kobanê/1980
Di berxwedana 14’ê Îlonê ya li Serêkaniyê jiyana xwe jidest da ye.

Nav û paşnav: Xalid Hesen (Xalid)
Cihê jidayîkbûnê û dîrok: Serêkaniyê/1980
Di berxwedana 14’ê Îlonê ya li Serêkaniyê jiyana xwe jidest da ye.