Artêşa Tirk a dagirker li rojavayê bajarê Kobanê sînor derbas kir. Şervanên YPG û YPJ`ê jî bersiv dan û li herêmê şerekî dem demî rû dide.

Li gorî agahiyên ji Kobanê, artêşa Tirk a dagirker tevî çekên giran û alavên eskerî sînorê hemberî gundê Boban ê ku 15 Km li rojavayê bajarê Kobanê ye, doh saet 11:30`an, derbas kir. Şervanên YPG û YPJ`ê jî yekser destwerdan vê binpêkirina sînor û mafê parastina rewa bi kar anîn. Heta saeta amadekirina nûçeyê jî li gundê Boban şerekî dem demî di navbera şervanên YPG/YPJ û artêşa Tirk a dagirker de, dewam dikir. 


ANHA / KOBANÊ