Di daxuyaniyê de ji bo Kobanê tê gotin: “Şevê din hêzên me li başûrê Kobanê, li qadên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de, operasyonek nû li dar xist. Hêzên me di demekî kin de gundên Qirat, Qirata Kurda û Resûleyn ên ku li heman qadê ne ji çeteyan paqij kirin û gihandin azadiyê. Di şerê li van gundan de qasî hatiye zelalkirin 13 çete hatin kuştin.

Hêzên me li nêzîkî gundê Sepeta Ereban a ku dikeve başûrê Kobanê êrîşek lidar xist. Di vê êrîşê de wesayîtek çeteyan a doçka barkirî tevî çeteyên di nav de hat ruxandin. Hejmara kuştî û birîndarên di vê êrîşê de nehatiye zelalkirin.”

Her wiha di daxuyaniyê de derbarê şerê li herêma Cizîrê de jî ev agahî hatin dayîn:“Doh dane siharê çeteyên DAIŞ’ê li hemberî gundê Til Midan ê ku 18 km li başûr rojavayê Serêkaniyê ye, hewl dan ku bi wesayîteke bombebarkirî êrîşekê li dar bixin. Bi mûdexaleya hêzên me wesayît beriya ku bigihîje çeperên hêzên me, di nava çeteyan de hate ruxandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin.” 


Êrîşên DAIŞ’ê li Mexmûrê

Çeteyên DAIŞê li çend gundên Mexmûrê eniyên pêşmergeyan dan ber topan. Berpirsê rêxistinên YNK’ê li Mexmûrê Reşad Xidir Gelalî ragihand ku berî nîv saetê çeteyên DAIŞ’ê li gundên Şore Pilke, Xetab û Kutîle yên girêdayî bajarokê Qerac (Baqertê) eniyên hêzên pêşmergeyan dan ber topan. Gelalî got ku hêzên pêşmergeyan bersiva çetayan da bêyî ti qurbaniyekê bidin.

Berpirsê YNK’ê Reşad Gelalî destnîşan kir ku hê jî li sînorê Mexmûrê 18 gundên Kurdan di bin kontrola çeteyên DAIŞê de ne. Gelalî da zanîn ku bi giştî ligel gundên Kurd û Ereban, nêzî 50 gundî li sînorê Mexmûrê di bin kontrola DAIŞê de ne. 


 NAVENDA NÛÇEYAN