
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku dewleta Tirkiyê jî piştgiriya êrşkaran kiriye, sînorê xwe ji wan re vekiriye û bi hemû îmkanên xwe piştgirî daye. Di daxiyaniyê hate diyarkirin ku hêzên YPG’ê li gel vê yekê jî bersiva êrîşan daye û wiha hate gotin: "Di encama pevçûnan de 60 êrîşkar hatin kuştin û tangek wan hate derbkirin. Bi dehan cenazeyên wan li meydana şer mabûn."
7 Şervanan jiyana xwe ji dest da
Di daxuyaniyê de hate gotin ku di pevçûnên li gundê Elok de 7 şervanên YPG'ê jî jiyana xwe ji dest dane. Têkildarî pevçûnên li Girê Spî (Til Ebyed) jî di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: "Êrîşên komên çekdar ên DAIŞ/Cebhet El-Nusra û çeteyên girêdayî wan, heta vê kêlîkê jî bi tang û çekên giran didomin. Dewleta Tirkiyê li vê herêmê eşker piştgiriya çeteyan dike ku û dixwazin ji 2 aliyên sereke ve gundên Kobanê dorpêç bikin. Li dijî gundên Mehmûdiyê, Sewami Xefiye û ji aliyê gundê Sûsik ve jî êrîşên dijwar pêk tînin. Di nava 72 saetên derbasbûyî de pevçûnên dijwar qewimîne û di encamê de bi dehan êrîşkar hatine kuştine." Di daxuyaniyê de hate gotin ku di şerên li Til Ebyadê de 7 şervanên YPG'ê jiyana xwe ji dest dane û ji wan 2 di encama guleyên leşkerên Tirk ên qerqola Numan Beg ya Akçakaleyê ya sînor de jiyana xwe ji dest dane.
Derbarê pevçûnên li Helbê de hate gotin ku komên çekdar ên Artêşa Azad bi piştgiriya hin tabûrên Kurd ku çetetî û ajaniyê ji komên bi navê Emin El-Muslimîn, DAIŞ û Emin El-Sewra ya girêdayî Artêşa Azad re dikin, êrîşan pêk tînin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrîşkar bi tang û topan êrîşî taxên Kurdan dikin û sivîlan hedef digirin. Hate gotin ku pevçûnên li vir didomin.
'Helwesta xwe nîşan bidin'Kurd
Di daxuyaniyê de bang li rêveberên ENKS’ê jî hate kirin ku derbarê êrîşên li dijî herêmên Rojava de helwesta xwe nîşan bidin û wiha hate gotin: ‘‘Me di daxuyaniyek beriya niha de ji rêveberên Encumena Niştimanî Kurd li Sûriyê (ENKS) xwestibû ku derbarê êrîşan de helwesta xwe nîşan bidin. Heta niha tu daxuyanî ji ENKS’ê nehatine. Em daxwaza ji ENKS’ê dubare dikin û dibêjin bila helwesta xwe nîşan bidin."
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên YPG’ê dê heta dawiyê bersiva êrîşan bidin û nehêlin planên hêzên tarî yên li dijî îradeya gelê Kurd biser bikevin.
EFRÎN
Artêşa Tirk jî êrîş dike
Hat ragihandin ku artêşa Tirk li ser sînorê Til Ebyadê piştî pêr danê nîvro êrîşê şervanê YPG’ê kirin û du şervan hatin qetilkirin, di heman êvarê saet 23.00’an de dîsa heta 01.00’an bi çekên giran dund daye ber topan. Di êrîşê de 3 şervanên din jî hatin qetilkirin.
Êrîşên dewelta Tirk ya li dijî şervanên YPG’ê yên li gundê Sûsikê berdewam dikin. Di êrîşa pêr de, 2 şervanên YPG’ê ji hêla leşkerên Tirk ve hatibûn qetilkirin. Duh dîsa agahiyên çûda li herêmê hatin. Hat ragihandin ku artêşa faşîst ya dewleta Tirk dîsa êrîşê gundê Sûsik kiriye û di emcama êrîşê de 3 şervanên YPG'ê jiyana xwe ji dest dane.
Leşkerên artêşa Tirk, pêr jî di saetên nîvro de ji ser girê Ceman Beg ê li aliyê Tirkiyeyê ku dikeve hemberî gundê Sûsikê, şervanên YPG’ê yên li gund gulebaran kiribûn. Di encama gulebarana ku ji aliyên leşkerên Tirk ve pêk hat de 2 şervanên YPG’ê şehîd ketin.
Balkêş e ku dema komên çete êrîşî gundê Sûsikê dikirin de, gulebarandina artêşa Tirk pêk hat. Di şerê saetên serê sibehê yê pêr de jî ambûlansên Tirkiyeyê hatin ser sînor û birîndarên çeteyan biribûn.