Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku êrîşên hevbeş ên komên çeteyan Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16’an, Lîwaa El-Fetih, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13emîn, Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî yên li dijî taxa Şêx Meqsûd a Halebê dewam dikin.
Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku komên çeteyan şeva 14’ê Nîsanê li dijî taxa Şêx Meqsûd bi topên hawan û cehenemê êrişek li dar xistiye û ev agahî hatin dayîn: “Komên çeteyan bi awayekî hemwext ji herêmên Seken Şebabî û Kolana Muxaberat jî xwestin têkevin taxê. Şerê ku piştî destwerdana hêzên me dest pê kir, heta berê sibehê bê navber dewam kir. Bi qasî hatiye zelalkirin di şerê herêma Seken Şebabî de 3, Kolana Muxaberat de jî 3 çete hatin kuştin.”
Di daxuyaniyê de YPG´ê da zanîn ku komên çete 15’ê Nîsanê (doh) berê sibehê ji heman herêman êrişek nû li dar xist û wiha dewam kir: “Li ser vê yekê li herêmê şer destpê kir û qasî hat zelalkirin heta niha 4 çete hatin kuştin. Şer hîn jî bi navber dewam dike.”Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di 14’ê Nîsanê saet di 18.00’an de çeteyên DAIŞ’ê ji çeperên xwe yên Cerablusa Jêrîn bi çekên giran êriş birin ser bajarokê Şêxler ê giredayî Kobanê.
NAVENDA NÛÇEYAN
Tirkiye Girê Spî dide ber topan
Hêzên dewleta Tirk û AKP’ê pêr seat 9.00’an de bi çekên giran êrişî taxên rojhilat ên bajarê Girê Spî û nuqteyên YPG/YPJ’ê yên li derdora Deriyê Sînor yê di navbera Girê Spî û Bakurê Kurdistanê de, kir. Ev yek bê navber heta seat 13.00’an û demdemî heta seat 19.00’an, dewam kir. Di dema topbaranê de jî çûn û hatina erebeyên zirxî li ser sînor zêde bû.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku hikûmeta AKP’ê ji 24’ê Cotmeha 2015’an ve bajarê Girê Spî dem dem, topbaran dike.
Tirkiye Xana çeteyan e
Navenda Şopandina Agirbesta li Sûriyeyê ya Rûsyayê diyar kir ku ji Tirkiyeyê zêdeyî 150 çeteyî derbasî herêma Lateqiye bûne.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi rêya malpera xwe ya înternetê daxuyaniyek weşand û got, “Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, yekîneyeke ji zêdeyî 150 çeteyan, di ser xaka Tirkiyeyê re derbasî bakur rojhilatê herêmê bûye.”
Di daxuyaniya Navenda Şopandina Agirbestê de hat ragihandin, çeteyan bi roket û topan êrîşî gundên Sandran, Beyt Smayra, Kînsîbba û Kermel kirine û di encamê de sivîlekî jiyana xwe ji dest daye, 4 sivîl jî birîndar bûne.
Hat gotin ku komeke çete ya ji 400 kesî bi tank û maşînên zirxî êrîşî artêşa rejîmê ya li nêzî Handerat û êrişî çeperên YPG’ê yên li taxa Şêxmeqsûd a Helebê kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN