
Ji doh ve li hemû eniyên bajarê Reqayê di navbera şervanên QSDʹê û çeteyên DAIŞʹê de şer dijwar bû. Di encamê de şervan li başûrê bajêr ketin taxeke nû. Di şer de sekvan û endezyarê danîna mayînan jî di nav de 32 çete hatin kuştin.
Şervanên QSDʹê bipêşveçûna xwe ya li bajarê Reqa didomînin. Piştî ku şervanan taxa Yermûk rizgar kir û pira El-Cedîd a di navbera taxa Yermûk û Taxa Nezlet Şihada de kontrol kir, şervan derbasî taxa Nezlet Şihada ya li başûrê Reqayê bûn. Li taxa Nezlet Şihada, şerekî dijwar rûda. Di vî şerî de 5 çete hatin kuştin û hin çete birîndar bûn. Şervanan li vir dest danî ser doçkayeke 23 mm û gelek çek û cebilxaneyên DAIŞ’ê.
Li taxa Reqa ya kevin jî şer didome. Şerê li vir pêr bi şev pir dijwar bû, şerê herî dijwar li derdora Mizgefta El-Etîq ya li nîvê taxê qewimî. Li vir 12 çete hatin kuştin û ji van 3 sekvan û yek endezyarê danîna mayînan bû. Di şerê li vê taxê de termê 7 çeteyan ket destê şervanan. Şervanan li vir panzêrek ruxand û hinek çek û cebilxane desteser kir.
Çekên ayîdî Tirkan hatin dîtîn
Li rojavayê bajêr jî li taxa El-Berîd û El-Diriye, şerekî dijwar qewimî. Di şer de 6 çeteyên DAIŞʹê hatin kuştin. Şervanan dest bi opersyoneke berfireh a ji bo paqijkirina taxa Yermûk a beriya bi 2 rojan rizgarkirî kir. Li vê taxê şervanan gelek çek û cebilxaneya çeteyan desteser kir. Di nava cebilxaneyên çeteyan de çeka Lav a ayîdî Tirkiyeyê û fuzayên germahiyê hatin dîtin. Li taxa Hîşam Bin Ebdulmelek a li başûrê bajêr di navbera şervanên QSDʹê û çeteyan de şer qewimî, li vir 9 çete hatin kuştin. Di şerê li hemû bereyan de 2 şervanên QSDʹê şehîd bûn û 3 şervan birîndar bûn.
Endamekî ragihandinê hate kuştin
Di şerê li taxa Reqaya Kevin de, çeteyekî ragihandina DAIŞ′ê hat kuştin. Şervanan derfet bi dest xist û xwe gihandin cenazeyê çeteyê di ragihandina DAIŞ′ê de û amûrên wî desteser kirin. Di kamereya çete de, dîmenên şewitandina malên welatiyên bajêr ji aliyê çeteyan ve, hene.
Li taxa Hîşam tunelek mezin dîtin
Bipêşveçûna şervanên QSD`ê ya li bajarê Reqa didome û bi her gavekê re, rêbazên şer ên DAIŞʹê baştir kifş dibin. Şervanên QSD`ê di bipêşketina li taxa Hîşam Bin Ebdulmelek de rastî tuneleke mezin a çeteyan hatin. Tunel di nava malekê de hatiye kolan, firehiya devê wê qederê 2 metreyan e û sê metreyan kur e. Di bin malên li rex xwe ve jî dirêj dibe.
Şervanê QSD`ê Cisûr Hesekê dest nîşan kir ku çeteyan ev tunel ji bo ku cihê wan ji aliyê şervan û balafiran ve neyê dîtin bi kar dianî, lê dema operesyonê, ev nuqte hat diyarkirin.
Hesekê da zanîn wan bombe avêtine tunelê û wiha pê de çû: “Ez texmîn dikim ku 1 km dirêjahiya wê heye. Jixwe li malên hîna pêşiya me de tunelên din jî hene. Dawiya tunelan jî diyar nebû. Di operesyona paqijkirinê de li taxên Meşel û Sînaa heta niha zêdeyî 10 tunelên çeteyan hatine dîtin.
REQA
YPG’ê felek li çeteyên Tirk şaş kir
YPG`ê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku di êrîşa Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser gundê Eyn Deqnê ya girêdayî navçeya Şera ya Efrînê 5 eskerên Tirk û 25 çeteyên girêdayî wê hatine kuştin, her wiha di nava birîndaran de jî 9 eskerên Tirk hene.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPGʹê têkildarî êrîşên Artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Efrînê daxuyaniyek nivîskî weşand û got, Artêşa Tirk û çeteyên wê derbên giran xwarin. YPG’ê got: “Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê êrîşên xwe yên li dijî Efrînê zêde kirin.
Encamên êrîş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wê yên 3 rojên dawî wiha ye; 17.07.2017ʹan saet 09:00ʹan, artêşa Tirk û çeteyên bi fermana wê tevdigerin, bi panzêran êrîşî herêma Eyn Deqnê ya girêdayî navçeya Şera ya Efrînê kir. Di encamê de 2 nuqteyên ku di destê hêzên rejîma Suriyê de bûn ketin destê çeteyan û eskerekî rejîmê dîl kete destê wan. Her wiha dema ku artêşa Tirk û çeteyên wê dixwestin bi pêş ve werin, rastî berxwedana hêzên me hatin û di encamê de şerekî dijwar qewimî. Di vî şerî de artêşa Tirk û çeteyên wê têk çûn û hêzên me li herêmê dest bi operasyona paqijiyê kir.
Her du nuqte ji çeteyan hatin paqijkirin û di encamê de çeteyek dîl hate girtin, 30 çete hatin kuştin û bi dehan çete jî birîndar bûn. Li gorî ku hatiye tespîtkirin ji çeteyên hatine kuştin 5 jê eskerên artêşa Tirk in û ji çeteyên birîndar bûyî jî 9 jê eskerên artêşa Tirk in. Her wiha termê 9 çeteyan ket kontrola hêzên me. Di şerê de 2 panzêr hatin rûxandin û pîkabeke leşkerî jî ket bin kontrola hêzên me.”
Werin termê xwe bibin
YPG’ê û Hêzên Şoreşger ji malbatên çeteyên ku pêr êrîşî gundê Eyn Deqnê kirî xwest ku bi wan re bikevin têkiliyê, ji bo ew termê çeteyên kuştî radestî wan bikin. Li ser vê yekê YPG’ê got: “Esasî, em ji malbatên kuştiyan rica dikin ku bi awayekî yekser bi me re bikevin têkiliyê û termê kuştiyên çeteyan ên ji Sûriyê wergirin.”
NAVENDA NÛÇEYAN