Fermandariyê diyar kir ku êdî dema teslimiyet û xapandinê nemaye û gelên herêmê bi yekîtiyê bersiva van êrîşan wê bidin.

Fermandariya YPG’ê ya Kantona Cizîrê derbarê mijarê de daxuyaniyek weşand. Daxuyaniya ku di malpera fermî ya YPG’ê de hate weşandin wiha ye:

“Yekîneyên Parastina Gel, Hêzên Senadîd û Meclisa Suryanî Hemleya Rizgarkirina Bejahiya Bajarê Qamişlo didomîne. Gelê Herêmê bi dilxweşî hêzên me pêşwazî kirin ku ew ji hovitiya DAIŞ’ê xilas kirine. Di heman demê de diyar kirin ku ew ji bo tevlîbûna hemleyê amade ne û daxwaz kirin ku hemleya mirovahî wê dewam bike heta ku herêm hemû ji qirêjiya çeteyan bêne paqijkirin."


´Dev ji helwêsta xwe ya xapandinê berdin´

Daxuyanî behsa kampanyaya reşkirina YPG´ê jî dike û weha dewm dike: "Lê tê xuyakirin ku serkeftina yekîneyên me li bayê kesên şovenîst û binketî yên ku reviyane û gel li pey xwe hiştiye, her wiha gel di bin hovîtiya DAIŞ û BAAS’ê de hiştine, nehatiye. Di vê çarçoveyê de li dijî serkeftinan daxuyaniyên li derveyî rastiyê ku giyana wan temsîl dike, didin weşandin. Lê ji bîr dikin ku wan ji bo parastina gel dilopek av jî nedaye. Her wiha ji bo parastina xwe jî tiştek nekirine.

Koalîsyona Suriyê ya ku tu fermiyeta wê nemaye, li aliyekî helwestên teslîmiyeta rojane û hevgirtî ji bo BAAS’ê, li aliyê din jî ji bo DAIŞ’ê nîşan dide. Berdevkê fermî yê koalîsyonê bi daxuyaniyekê îdîa kiriye ku hemleya yekîneyên me bûye sedema koçberî û qetilkirinê.

Em dibêjin,  ev îdîa li derveyî rastiya hemleya me ne. Hemleya me li ser daxwaza gel bi serkeftî didome. Diviyabû ku koalîsyonê û berdevkê wê yê fermî Salim El-Mislut ku bixwe ji herêmê ye serkeftin li gel pîroz bikira û kêfxweşiya wan parve bikira. Ne ku karên qirêj ên DAIŞ’ê yên li ser gel pêk tîne rewa bike. Divê serkeftina pîroz a ku hemû pêkhateyên herêmê tê de cîh digirin û gel wekî xelekek li derdora wan bi tilîliyan û diruşmeyan kom dibe, destek bikira. Diviyabû ku kiryarên DAIŞ’ê yên wekî teqandinê, şewtandina malan, gundan û şewitandina petrolê ku şoreşgeran birevîne şermezar bikirana."

Fermandariya YPG´ê van helwêstan şermezar dike, kes û derdorên xwediyê van helwêstan vedixwîne devberdana ji wan û weha bi dawî dibe: "Ji ber ku êdî dema xapandin û teslimiyetê nemaye. Em dibêjin ku wê gelê me bi hemû pêkhateyên xwe, yekgirtî bersivên hemû êrîşên dagirkeran bide.”


 ANHA / NAVENDA NÛÇEYAN