Di şerê pêr êvarê bi êrîşa komên çete ya li hemberî gundên Girê Silora û Celemê yên girêdayî Efrînê dest pê kir de, 18 endamên çeteyan hatin kuştin, gelek birîndar bûn û wesayîtek hat rûxandin. Hat gotin ku birîndarên çeteyan bi ambûlansên dewleta Tirk yên ku di nava kampa penaberan re derbas bûn, birin Tirkiyeyê. Ji hêla din ve êrîşên komên çete ku di 6’ê îlonê de li dijî taxên Kurdan ên Helebê dest pê kiribûn hêj didome.

Li gorî agahiyên hatine bi dest xistin, pêr êvarê saet der dora 18.00’an de komên çete hewl dan ku ji gundê Qîrêbanê yê girêdayî Cindirêsa Efrînê êrîşî gundên Girê Silora û Celemê bikin. Li ser vê yekê şervanên YPG û YPJ’ê bersiv da û şer derket. Hat ragihandin ku di encama şerê ku heta serê sibehê dom kir de, 18 endamên çeteyan hatin kuştin, gelek birîndar bûn û wesayîtek jî hat rûxandin. Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku 2 cenazeyên endamên çeteyan di destê şervanên YPG’ê de ne.

Ambûlansên dewleta Tirk  

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku komên çete birîndarên xwe bi ambûlansên Tirkiyeyê derbasî Tirkiyeyê kirine. Li gorî agahiyan ambûlans di nava kampa penarên Sûriyeyê ya li bajaroka Atmê ku li ser sînorê Tirkiyê û Sûriyeyê ye hatiye derbaskirin. Li aliyê din hat ragihandin ku komên çete ji kampa Atmê ya li ser sînorê Tirkiyê û Sûriyeyê 20 hawan avêtine gundê Mehemediyê yê di navbera Cindirêsê û Atmê. Hat gotin ku di vê gundî de piranî welatiyên ereb dimînin. Welatiyê bi navê Mehemed Qebes diyar di encama topbaranê de mizgefta gund û malên 3 welatiyan xirab bûne. Hat gotin ku komên çete her wiha topên hawanê avêtine gundê Dêr Belût ê girêdayî Cindira Efrînê jî. Hat gotin ku 10 top li gund ketine û bûye sedema ziyana madî.

4 çete hatin kuştin  

Hat ragihandin ku li Helebê jî şerê di navbera şervanên YPG’ê û komên çete yên ku êrîşî taxên Kurdan dikin de şevê din jî dom kirine. Hat gotin ku di encama şer de 4 çete hatine kuştin, 3 jî birîndar bûne. Di encama topbarana çetayan a li ser taxan de jî welatiyekê jiyana xwe ji dest da.
Li aliyê din hat gotin ku komên çete topbarana li hemberî taxên Kurdan jî didomînin. Di encama topbarana pêr de welatiyê bi navê Ehmed Mele Elî yê 60 salî jiyana xwe ji dest da. Welatiyên bi navê Yusuf Şaban, Mehemed Elî û Ebdullah El Nemir jî birîndar bûn. Hat gotin ku Ebdullah El Nemir bi perçeyên guleya tangê, herdu welatiyên din jî bi guleyên sekvanan birîndar bûne.

Li Girkê Legê çalakî
 Li gorî agahiyan şervanên YPG’ê duh serê sibehê saet derdora 03.45’an de li gundê Yûsifiyê yê dikeve başûrê Girkê Legê li dijî komên çete çalakiyek li dar xistiye. Hat gotin ku di çalakiyê de şerê dijwar derket û heta saet 05.00’an dom kiriye. Hat diyarkirin di encama çalakiyê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûne, lê agahiyên zelal nehatin bi dest xistin. 

ANHA/EFRÎN