Çeteyên li Kantonên Efrîn û Kobanê êrîşî çeperên YPG'ê kirin, derbên giran ji şervanan xwarin. Di encama bersiva YPG/YPJ'ê de herî kêm 5 çeteyên artêşa Tirk hatin kuştin. 

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, li ser êrîşên 6 rojên dawî yên artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete yên li dijî Rojavayê Kurdistanê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku leşkerên Tirk di 1'ê Hezîranê de gule li gundiyên Kobanê reşandin û hat gotin, "Doh (pêr) bi şev jî li gundê Koran ê li rojhilatê Kobanê gule li xaniyên gundiyan reşandin. Di encamê de zerar gihîşt malê gundiyan."

Li gundê Dewa çeteyek hat kuştin 

Navenda Ragihandinê diyar kir ku di 2'ê Hezîranê de çeteyên artêşa Tirk xwestin êrîşî gundê Girê Dewa yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê bikin û got, "Di heman demê de hêzên me bersiv dan çeteyan û şer qewimî. Di encama şer de çeteyek hat kuştin. Her wiha îro balafirên bê mirov yên keşfê û balafirên şer yên artêşa Tirk li ser Kobanê geriyan."

Li Basûfanê jî çeteyan derb xwar

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Di 3'ê Hezîrana 2017'an de çeteyên artêşa Tirk bi hawanan êrîşî gundê Basûfanê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê kirin. Di encama bersivdayîna hêzên me de li eniya Cindirêsê 2 çete hatin kuştin. Her wiha di heman rojê de balafirên keşfê yên bê mirov û balafirên şer yên artêşa Tirk li ser sînorê rojavayê Kobanê geriyan. Dîsa leşkerên Tirk gule reşandin ser patosa gundiyên gundê Siftekê û Zorava yên li rojavayê Kobanê. Di heman demê de hêzên me bersiv dan êrişa leşkerên Tirk, lê di encamê de derheqê kuştî û birîndaran de agahiyên zelal nehatin bidestxistin."

Girê Baz bû gora çeteyên Tirkiyeyê

YPG´ê da zanîn ku 4'ê Hezîranê, çeteyên artêşa Tirk xwestine êrîşî girê Şehît Şîlan ê li navçeya Efrînê Cindirêsê bikin û Hêzên wan bersiv daye êrişê. Daxuyaniyê li ser mijarê wiha dewam kir: "Di encamê de êrîşa çeteyan hat şikandin û çete bi paş ve reviyan. Lê di encama şer de derbarê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehat bidestxistin. Her wiha di heman rojê de çeteyan xwest ji mile Girê Baz ê girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê ve êrişî hêzên me bikin. Êrîşa çeteyan ji aliyê hêzên me ve hat ferqkirin û bersiva êrişê hat dayîn. Di encam de 2 çeteyên girêdayî artêşa Tirk hatin kuştin." 


 NAVENDA NÛÇEYAN