Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, bîlançoya şerê meha Adarê eşkere kir. Di daxuyaniya YPG'ê dibêje, "Di Adara 2017’an de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê 47 caran bi hemû cûre çekên giran êrîşî seranserê sînorê Rojavayê Kurdistanê kiriye, di wan êrîşan de bi taybetî Kantonên Efrîn û Kobanê bi dijwarî bûne hedef. Di vê mehê de artêşa Tirk a dagirker 7 caran hewl da sînorê Rojava derbas bike û axa wê dagir bike. Her wiha 8 caran bi balafirên keşfê yên bêmirov (drone) sînorê asmanî yê Rojava binpê kiriye û keşf kiriye."


Bersiva pêwîst hat dayîn

YPG dide zanîn ku li hemberî van êrîşan şervanên wan di çarçoveya parastina rewa de 27 caran di asta pêwîst de bersiva destdirêjî û êrîşên artêşa Tirk a dagirker daye ku di encam de 2 balafirên keşfê yên artêşa dagirker hatine xistin, tankeke wê hatiye ruxandin, trêkseke wê hatiye derbkirin, 2 çeteyên artêşa dagirker hatine kuştin û 2 leşkerên artêşa dagirker hatine birîndarkirin. Daxuyanî wiha dewam dike: "Adara 2017’an, di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker de 3 endamên Erka Xweparastine birîndar bûn û zarokeke 14 salî di navbera Girê Spî û Serêkaniyê de li ser sînor bi awayekî hovane hat qetilkirin."


DAIŞ´ê derbên giran xwarin

YPG dibêje, Adarê 3 êrîşên DAIŞ´ê jî çêbûne û van agahiyan parve dike: "Yek ji wan di 27’ê Adarê de li dijî gundê Ezawî ya ser bi Şedadê pêk hatibû. Di encama bersivek di cih û tund de 1 tank, 2 maşîneyên doçkabarkirî, 3 maşîneyên bombebarkirî û 1 maşîneya leşkerî hatin rûxandin. Her wiha termên 45 çeteyan ketin dest, 3 balafirên piçûk û 15 bombeyên destan hatin desteserkirin. Di têkbirina wan êrîşan de du rêhevalên me gihiştin şehadetê."

 

Cihê YPG/YPJ´ê di Xezeba Firatê de

YPG behsa dewra xwe di Pêngava Xezeba Firatê de jî dike û dibêje; “YPG û YPJ di nav de, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di çarçoveya Pêngava Sêyemîn a Rizgarkirina Reqayê de ji 3 baskan pêş ve çûn. Her sê baskan bi giştî hezar û 786 km2 erd rizgar kiriye. Li herêma rizgarkirî bi hezaran welatiyên sivîl hatin rizgarkirin, QSD welatiyên ji çeteyan hatin rizgarkirin, veguhestin herêmên bi ewle. Ekîbên pispor jî gundên hatine rizgarkirin ji mayînan paqij kirin û rêya vegera welatiyan a gundan hêsan kirin."

YPG wekî din dide zanîn ku di şer de 272 çete hatine kuştin û ji van cenazeyên 67 çeteyan ketine destê şervanên QSD´ê


Tebqa û derdora wê

YPG dide zanîn ku QSD bi baskê sêyemîn ê rojavayê Reqayê ji bo rizgarkirina bajarê Tebqa û bendava Firatê operasyonê dide meşandin û di vî baskî de herêmeke bi firehiya 146 km2 tevî 13 gund û 10 gundikan hatine rizgarkirin û hemû rêyên diçin Tebqayê jî hatin girtin.

YPG dide zanîn ku di şerê li vê derê de 79 çete hatine kuştin, 29 cenazeyên çeteyan ketin destê şervanan û 5 çete bi saxî hatine girtin. 

YPG´ê li ser pakrewanên xwe jî dibêje, meha Adarê, 82 hevalên wan jiyana xwe ji dest dane, ji van 63 di hemleya Xezeba Firatê de, 9 li Şedadê, 4 hevalên wan jî di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker de jiyana xwe ji dest dane. YPG dide zanîn ku 6 hevalên wan jî di encama qezayan de yan jî sekinîna dil de jiyana xwe ji dest dane. 


 NAVENDA NÛÇEYAN