Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) encama şerê ku li Serêkaniyê qewimî  ji raya giştî re aşkera kir. YPG’ê ragihand ku li noqteyekê 7 endamên komên çete hatine kuştin û di noqteyên din de jî gelek endamên çeteyê hatine kuştin. YPG’ê diyar kir ku di encama şer de şervanekî wan jiyana xwe ji dest daye.

Komên çete bi piştgiriya Tirkiyeyê dixwazin bi ser bajarê Serêkaniyê derbasî Sûriyeyê bibin. Ji ber vê yekê Kurdistaniyên ku li Rojava dijîn hem rastî êrîşa wan tên û hem jî dibin hedefa êrîşa leşkerên Sûriyeyê. Ligel ku gelek endamên çeteyê ji hêla şervanên YPG’ê ve tên kuştin jî dîsa dest ji vê helwesta xwe ya êrîşkarî bernadin. Careke din endamên çeteyê li Serêkaniyê êrîşî gel kirin. Şervanên YPG’ê di cih de bersiv dan êrîşa çeteyan û gelek ji wan kuştin.
Fermandariya Giştî ya YPG’ê der barê şerê ku li Serêkaniyê qewimî de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku komek bi navê Tabura Ehrar Xwêran a Meclîsa Şoreşgerî ya Hesekê ku ew jî girêdayî Artêşa Azad e, di 11’ê kanûnê  saet di 13.00’an de êrîşî firina nan a dikeve rojhilatê bajar kiriye. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku beriya êrîşê endamên heman komê bi çekan li dora firinê digeriyan, bi vê yekê dixwestin ku şêniyên bajar çavtirsandî bikin. Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li ser hewldana komê, şêniyên bajar ji wan xwestiye ku dest ji van hewldanên dermirovahî û derexlaqî berdin û ji firinê dûr bikevin.

Komên çete paşve vekişiyan  

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku piştî van geşedanan şervanên YPG’ê neçar mane ku mudaxaleyî vê yekê bike û wiha hate gotin: “Hêzên me xwest ku komê derxîne. Lê komê bi çekan êrîşî ser şervanên me kirin û di encama vê êrîşê de pevçûn qewimî. Di encama şerê li vê noqteyê de 7 êrîşkar hatin kuştin. Pevçûn heta derengiya şevê li cihên cuda yên bajar dom kir. Piştî vê yekê şervanên me ji 3 aliyan ve mudaxeleyî komên çete kir. Pevçûna dijwar li ser Xaçerêya Hesekê qewimî û ji koma çete gelek kuştî û birîndar çêbûn. Di vî şerî de 7 çekên kelaşnîkof hatin bidestxistin. Piştî van şerên dijwar komên çete kuştî û birîndarên xwe gitin û ji qada şer reviyan.”
Her wiha hate ragihandin ku şer zêdetir li taxên Mehetê û Ebra û riya Hesekê dijwar bûye û 20 komên çete yên ji aliyê Hesekê ve hatine, bi alikariya gundê Til Ziyab derbasî gundê Eloka Rojhilat û gundê Çapa ku Kurdên êzîdî lê dijîn, bûne. Komên çete ji vir êrîşî êrîşî noqteya kontrolê ya YPG’ê ya li nêzî gundê Eloka Rojhilat dikin û li wir şerê dijwar diqewime.

Şervanekî YPG'ê jiyana xwe ji dest da  

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di şer de şervanê YPG’ê yê bi navê Goran Dêrik jiyana xwe ji dest daye û yek jî birîndar bûye. Der barê Goran Dêrik de di daxuyaniyê ev tişt hatin gotin: “Hevalê me Goran Dêrik milîtanek têkoşer bû. Di sala 2009’an de tevli nava têkoşîna şoreşger bû. Di destpêka îlankirina YPG’ê de roleke pir girîng lîst. Ji bo hevaltî û fedakariyê mînakek bû. Em soz didin heval û gelê xwe ku em ê têkoşînê heta pêkanîna armancên ku hevalên me dixwest, bidomînin.” Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê Rojavayê Kurdistanê hate kirin ku xwedî li cenazeyê Goran Dêrik derkevin. 

ANF/SERÊKANIYÊ




Di malên çeteyan de alên Tirkan

Şervanên YPG’ê li 2 malên ku koma bi navê Ehrar Xwêran û Meclîsa Leşkerî ya koma bi navê Dêra Zor wekî navend bi kar dianîn bi dest xistine. Hate ragihandin ku di van malan de alên Tirkiyeyê û 2 komputur hatine bidestxistin. Her wiha hate gotin ku ji aliyê Tel Xelef û Tirkiyê ve jî alîkariya van koman tê kirin û carinan jî ji aliyê Tirkiyeyê ve gule tên barandin.  Kuştî û birîndarên çeteyan bi alîkariya Tirkiyeyê bi ambulansan birine Nexweşxaneya Serêkaniyê ya Rihayê. Heta niha 11 endamên çeteyan ku birîndarbûne li nexweşxaneya Serêkaniyê tên dermankirin.