Li Rojavayê Kurdistanê Endamê Meclîsa Niştîmanî a Kurd a Rojavayê Kurdistanê (ENKS) Mehmud Walî Ebu Candî di êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da. Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Fermandariya Giştî ya YPG'ê li ser kuştina Walî daxuyanî dan û êrîş şermezar kirin. PYD anî ziman ku bi êrîşê yekîtiya Kurd hedef hatiye girtin. YPG jî diyar kir ku ji bo bûyer bê ronîkirin, kûjer bêne girtin û teslîmî edaleta gel bên kirin, ew ê hemû hêza xwe bixin dewreyê. Di daxuyaniyê hate destnîşankirin ji ber ku Desteya Bilind a Kurd, YPG weke hêza parastinê ya fermî erê nekiriye, hêzên tarî li Rojavayê Kurdistanê derdikevin û bûyera dawî jî mînaka vê ye.
Endamê Partiya Azadî Mahmud Walî Ebû Candî êvarê Pencşemê li Serekaniyê rastî êrîşeke hat. Walî bi gulleya ku li serê wî ket hate kuştin. Nasnameya kesê ku êrîş pêk anî û paşê reviya heta niha diyar nebûye. Walî, Endamê Meclîsa Niştîmanî a Kurd a Rojavayê Kurdistanê (ENKS) bû.

PYD: Êrîş li dijî yekîtiya Kurdan e

PYD li ser êrîşa li hemberî Mehmud Walî Ebu Candî de daxuyaniyek nivîskî da û û diyar kir ku ji bo bûyer were ronîkirin ewê bi hemû hêza xwe bixebitin. Di daxuyaniyê de ji bo malbata Walî û gelê Kurd sersaxî hate xwestin û weha hat gotin: "Weke PYD´ê em ji ber kuştina Brêz Mehmud Walî gelekî xemgîn in û em vê êrîşa tarî şermezar dikin." PYD destnîşan kir ku êrîş li hemberî yekîtiya Kurdan pêk hatiye û hin hêz naxwazin Kurd di bin banê Desteya Bilind a Kurd de bibin yek. PYD diyar kir ku di kuştina Walî de tiliya van hêzên tarî hene. PYD ji ber piştî kuştina Walî hin derdor PYD weke hedef nîşan dan jî li dijî van îdîayan nerazîbûneke tund nîşan da. PYD televîzyona El Arabiye ku ev îdîa weşandin derew derxist û diyar kir ku ev qenala televîzyonê jî yek ji parçayên wan planên ku li dijî yekîtiya Kurdan tevdigerin e.
Di dawiya daxuyaniyê de, bang li hemû Kurdan hate kirin ku di vê pêvajoya dîrokî de bi hestyarî tevbigerin û bibin yek.

YPG: Ronîkirina bûyerê berpirsyariya me ye
Fermandariya Gişti ya YPG'ê jî derbarê kuştina siyasetmedarê Kurd Mehmûd Walî Ebû Candî de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî şoreşa Suriye û Kurdistanê, gelê kurd bi baweriyek mezin ji bo ku bigihije azadiya xwe têkoşîn meşandiye, lê ev tevlîbûna xurt, hinek derdor aciz kirine. YPG destnîşan kir  ku ev hêzên ku dixwazin cudahiyê bixin nava gelê kurd, girêdayî hêzên derve tevdigerin, her tim derew û fitneyan derdixînin û kuştinan pêk tîn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev ji bo şkandina îradeya gel di nav lîstokan de ne, hinek alî jî, li ser navê Îslamê, bi alîkariya hêzên derve, tevliheviyan derdixînin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em wekî hêza YPG'ê van karên li derveyî rihê kurdayetiyê şermezar dikin. Em ji bo ku bûyer bê ronîkirin, kujêr bêne girtin û teslîmî edaleta gel bê kirin, xwe berpirsyar dibînin."

Ji bo Desteya Bilind bang
YPG'ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ku ev bûyerên bi vî rengî, ji ber hinek valahî û helwestên xemsar pêk tên û rexne li Desteya Bilind a Kurd kirin. Di berdewama daxuyaniyê de weha hat gotin: "Em wekî YPG'ê dibinin ku ev aliyên nediyar û bê hesab tevdigerin li herêmên Kurdan, karên tarî dikin. Ev alî hêza xwe ji helwesta bêxem a Desteya Bilind a Kurd digirin. Ger ku desteyê YPG wekî hêzek fermî nas kiriba, ev hêzên tarî yên çekdar dernediketin holê. Ji ber vê yekê em careke din bang li desteyê dikin ku hebûna me bi fermî qebûl bike. Lê heta niha desteyê bersiva banga me nedaye û daxwaza me bicîh ne aniye. Ev jî bû sedem ku hêzên nebaş ên çekdar li herêmê derkevin û karên nebaş bikin."
YPG careke din banga xwe ya ji Desteya Bilind a Kurd re dubare kir û xwest ku berpirsyariyên xwe bi cîh bîne û wan weke hêzeke fermî ya parastinê nas bike. Di dawiya daxuyaniyê de weha hat gotin:  "Hêza me ji keç û xortan pêk tê û hemû beşên civaka Kurdan wekî hêza xwe dibîne. Em  bêyî ku cudahiyê bikin, xwe wekî hêza parastina gel dibînin. Lê ji bo ku em bi hevre parastina vê herêmê bikin û bigihêjin serkeftinê, ji bo em rê li pêşiya hêzên tarî yên dixwazin cudahiyê bixin nava gelên Kurdistanî bigirin, divê Desteya Bilind a Kurd me wekî hêzek fermî qebûl bike. Em wekî YPG'ê banga xwe ji bo desteyê dubare dikin ku erka xwe ya dîrokî bicih bîne û hebûna me bi fermî qebûl bike. Wê demê emê ji bo parastina nirx û rûmeta gelê Kurd  erka xwe bi cîh binin." 

ANF/QAMIŞLO




Hevserokê PYD´ê li Ewrûpayê ye

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslîm ku di heman demê de endamê Desteya Bilind a Kurdan e, ji bo hin serdanan hat Ewrûpayê. Muslîm wê li Ewrûpayê hin hevdîtinan pêk bîne û tevlî civîna Neteweyên Yekbûyî jî bibe.
Hevserokê PYD’ê Salih Muslîm ji bo hin serdanan û hevdîtinan pêr hat paytexta Belçîka Brukselê. Muslîm li Brukselê ji aliyê nûnerên PYD’ê yên Ewrûpayê û girseyeke qelabalix ve hate pêşwazîkirin.  Li ser vê mijarê Nûnertiya PYD’ê ya Ewrûpayê daxuyaniyek da û diyarkir ku wê Muslîm beşdarî çalakiyên ku ji aliyê partiya wan ve bê lidarxistin bibin. Yekem semînera ku wê Muslîm beşdar bibe, doh li bajarê Bonnê yê Almanyayê hate lidarxistin. Hat diyarkirin ku li Muslîm paşê wê derbasî paytexta Fransa Parîsê bibe û li vir wê der barê rewşa Rojavayê Kurdistanê û Suriyê de civîneke çapameniyê lidarbixe. Hat ragihandin ku wê Muslîm piştî hin hevdîtin û çalakiyên din ên Kurdan wê tevî endamên din ên Desteya Bilind a Kurdan beşdarî civîna ku wê di 27-28’ê Îlonê li avahiya Neteweyên Yekbûyî  ya li Cenevreyê were lidarxistin bibe. Hevserokê PYD’ê Salih Muslîm piştî vê civînê her weha wê biçe Swêdê û hin hevdîtinan pêk bîne. Çav li rê ye ku Muslîm, li hin welatên din ên Ewrûpayê jî rêzehevdîtinan lidarbixe. 

BRUKSEL