Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Êrîşên arteşa Tirk ên ku di 24’ê Cotmehê de li dijî çeperên hêzên me yên li ser xeta sînor a Kobanê dabûn destpêkirin berdewam dikin.1’ê Mijdarê di navbera saetên 01.00 û 02.00’yan de arteşa Tirk li dijî rojavayê Girê Spî bi çekên giran a A4 bêserûber gulê reşandin. Arteşa Tirk heman rojê saet di 18.30’an de jî noqteya Zeytûna ya dikeve rojavayê Girê Spî bi çekên giran a A4 gulebaran kiriye. Êrîşên arteşa Tirk heta saet 23.00’yan bênavber, heta saet 02.00’yê 2 Mijdarê jî bi navber berdewam kiriye.

Di 1’ê Mijdarê de hêzên me li başûrê bajaroka Sirîn a giredayî Kobanê operasyonek lidar xistin. Di operasyona ku çeteyên amadekariya êrîşê dikirin hedef digirt de çeteyek hatiye kuştin.”