ERKAN GULBAHÇE / BRUKSEL
Berdevkê YPGʼê Nûrî Mehmûd ji bo ku di warê bi destê dewleta Tirk bikaranîna sîlehên qedexekirî de weke şahid hin hevdîtinan bi saziyên Ewrûpî re bike, li Ewrûpayê ye. Me jî li Parlamena Ewrûpayê (PE) pê re hevpeyvîn kir. Em pê re li ser rewşa dawî ya aloziya li Idlibê, rewşa deverên dewleta Tirk dagirkirî, têkoşîna li dijî DAIŞʼê û dadgehkirina wan, sîlehên kîmyewî û qedexe yên dewleta Tirk bi kar anî, peyivîn.
Cenabê te bûyerên vê dawiyê li Idlibê rûdayî çawa dinirxîne? Çi diqewime?
Pirsgirêkeke divê bê çareserkirin heye. Tevî vê berjewendiyên hêzên navneteweyî bi xwe jî hene. Planên taybet Erdogan ên serbixwe yên li ser Rojhilata Navîn hene. Armanca wî nexşeya Rojhilat Navîn e. Hewasa Erdogan hebû ku Îslama siyasî li Rojhilata Navîn bi cih bike. Dixwest vê bi alîkariya DAIŞʼê bike. Ya ku îro li Idlibê diqewime di encama vê de çêbû. Bi tevahiya hêza xwe û bi desteka rêxistinên tundraw hewl dide li Idlibê bi cih bibe. Erdogan li Bakurê Sûriyê li deverên din dewleta Tirk dagir kirine jî dixwaze heman rêbazê bi pêş bixe. Îran jî xwedî plana xwe ye. Her du jî xwe weke lîderên Rojhilata Navîn dibînin.
Ji bilî van hêzên super hene. Ji bo aştiya navxweyî çêbe, xelk li bendê bû ku Koalîsyona Navneteweyî ya bi beşdariya DYE û Ewrûpayî bi rola xwe rabe. Lê wan ji bo çareseriya Sûrî hewl neda.
Lê ez vê jî bibêjim, heger Şerê Cihanê yê Sisiyan bide der, ev li derveyî îradeya miletê Sûrî û li dijî berjewendiyên wî ye.
Gelo têkoşîna li dijî DAIŞʼê bi dawî bû?
Naxêr. Me DAIŞ di warê eskerî de anî ber nemanê. Li Bakurê Sûrî di warê fizîkî de, ez dikarim bibêjim, me DAIŞ qedand. DAIŞ li Bakurê Sûrî weke zêhniyet û îdeolojî, kêm jî be hîna heye. Çawa beriya bi çend rojan Nûnerê DYEʼyê yê Taybet ê Sûrî James Jefreey got, ew texmîn dikin li seranserê dinyayê qederê 18 hezar milîtanên DAIŞʼê xwe vedişêrin. Tevî Koalîsyona Navneteweyî têkoşîna me ya li dijî DAIŞʼê dewam dike.
Gelo ji bo dadgehkirina endamên çeteya DAIŞ tiştekî nû heye?
Hewldanên Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûrî û hin saziyên navneteweyî çêbû ji bo ku DAIŞʼê bi dadgeheke navneteweyî bên dadgehkirin. Lê mixabin heta niha ti gava darîçav a zirhêzên navneteweyî hîna me nedîtiye. Ne kes bi berpirsiyarî radihêje welatiyên xwe, ne jî ji bo dadgehkirina terorîstên DAIŞî li dadgeheke navneteweyî gavek tê avêtin.
Gelo amadekariyên YPGʼê ji bo bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk li Rojava hene?
YPG di nava QSDʼê de cihê xwe digire. Hem li dijî terorîzmê û hem jî li dijî dagirkeriyê helwêsta me zelal e, me timî li ber xwe da. Ji nih û pê ve jî em ê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin. Em di vê çarçoveyê de xwe bi rêxistin dikin, taktîk û stratejiya xwe diyar dikin.
Ji bo ku em vê dagirkeriyê bi dawî bikin, sîlehên teknîk têra xwe bi me re nînin. Lê belê hem li dijî terora DAIŞʼê hem jî ji bo ku em hêzên dagirker bikin der, xebatên me yên rêxistiniyê û yên perwerdeyê dewam dikin. Her roj em bi pêş dikevin û dibin hêzeke bêhtir bi kalîte.
Tirkiyeyê sîlehên qedexekirî di dema êrişên dagirkeriyê de bi kar anîn. Cenabê te jî îro şahidiya vê kir li PEʼyê. We hevdîtinên çawa kirin li ser mijarê?
Li dijî hevalên me yên berxwedêr ên li Serêkaniyê fosfora spî bi kar anîn. Ev ne şewateke normal e. Demeke dirêj dewam dike. Mirovî nikarî wê vemirîne. Heta dawiyê dişewitî û paşê ji ber xwe vedimirî. Bikaranîn vê sîlehê sûcê şer e.
Bi heman rengî bombeyên guşî jî hatin bikaranîn. Ev bombe ti armanca wan a diyar nîne. Dikarin li zarok, sivîl û hema welê li kesekî di nava xelkê de bixe. Ev bombe li dijî me bi kar anîn. Ev jî piştrast dike artêşa Tirk sûcê şer kir li Serêkaniyê.
Çeteyên dewleta Tirk ên Bakurê Sûrî dagir kirine û DAIŞ heman tişt in. Em dixwazin welatên rojavayî vê fêm bikin. Em vê ji dostên xwe yên Ewrûpî re jî dibêjin. Me hewl da em bibêjin, berê DAIŞʼê çi kir niha çeteyên Erdogan dikin. Divê ez vê eşkere bibêjim, di hevdîtinên bi dostên Ewrûpî re, me dît ku ew jî bi vê dihisin.
Herî dawî cenabê te çi peyamê dide miletê me yê li li Ewrûpayê?
Divê her kes tiştekî bike da ku bi qedrê demokrasiya li Bakurê Sûriyê, têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bê zanîn. Ji bo ku modela bi yekîtî û keda miletên bakurê Sûrî bimîne û li bêhtir deveran pêk were divê her kes berpirsiyariyê his bike. Nexasim li Ewrûpayê miletê me divê bi çalakiyên xwe xwedîderketina xwe ya li vê modelê dewam bikin. Ji destê kê çi tê bila texsîr nekin û wê bikin.