
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku gelê Kurd û netewên din yên li Rojava diparêze, ji bo xwe ji nû ve rêxistin bike Civata Berfireh a Meclîsa Leşkerî lidarxist. Civîn, li bajarê Dêrika Hemko yê Rojavayê Kurdistanê ku ji hêzên rejîmê hatiye rizgarkirin hate li darxistin. Civîna ku 1´ê Çilê de dest pê kir, di 5’ê Çileya 2013’an de bi dawî bû. Tevî nûnerên Desteya Bilind a Kurd, serokên partiyan û nûnerên Ereb û Sûryaniyan 336 delegeye beşdar bûn. Ji qadên weke Dêrik, Dirbêsiyê, Qamişlo, Serêkaniyê, Amudê, Kobanî, Efrîn, Heleb, Bab û bajarên din ên YPG lê rêxistina xwe saz kiriye fermandar û xebatkarên YPG’ê jî di Civata Berfireh a YPG´de cih girtin.
Li salona civînê pankartên li ser ‘YPG temînata azadiya Kurdan û xweseriya demokratik e’ û ‘YPG hêza sereke ya parastina nirxên netewî ye’ hate daliqandin.
YPG hemû netewan diparêze
Di civînê de Fermandariya Giştî ya YPG’ê Sîpan Hemo axaftina destpêkê kir û diyar kir ku ew weke YPG’ê bi zor û zehmetiyên mezin gihîştine vê astê û vînek azad afirandine. Hemo axaftina xwe wiha domand: “Di sala 2011’an de me bi awayekî fermî YPG’ê îlan kir. Di nava vê pêvajoyê de me li hember rejîma faşist tekoşîn meşand û îradeya gelê Kurd a Rojava me tevger kir. Ji bo vê yekê ji sala 2004’an heta roja îro me gelek şehîd jî dan. Li gorî armanca xwe beyî ku em ferq û cûdahiyê bixin navbera gelê xwe yê Kurd û neteweyên din yên Ereb, Suryanî, Xirîstiyan me hemû gel parast. Me hemû ciwanên Rojavayê Kurdistanê xistin nava rêxistina xwe. Hemû Kurdên Rojava û gelên din jî em dikarin di bin ala YPG’ê de biparêzin. Her wiha em weke artêşa YPG’ê ne bi tenê ji bo Rojavayê Kurdistanê, ne bi tene ji bo Kurdan, em ji bo Sûriyeya demokratîk tekoşînê didin. Ji îro û pêve jî em ê bi vî awayî tevbigerin.”
Ji bo Sûriyeya demokratîk têdikoşe
Piştî axaftina vekirinê, 5 kes ji bo dîwana ku civatê bi rê ve bibe hate hilbijartin. Her wiha madeyên rojevê yên ku civata berfireh li ser nîqaş bike hate diyarkirin.
Di beşa nirxandina siyasî de delegeyan bal kişandin ser aloziya li Sûriyeyê rû didin û peyama “divê YPG bibe teminata parastina gelê Rojava û ji bo Sûriyeya demokratîk têbikoşe” dan. Her wiha berxwedana YPG ya li Heleb, Efrîn û Serêkaniyê weke mezinkirina destkeftiyên gelê Kurd hate nirxandin.
Peyamên yekîtiya netewî
Nunerên Desteya Bilind, Serokên Partiyan û nûnerên Ereb û Suryaniyan jî beşdarî civînê bûn û peyamên xwe dan. Berdevkê Desteya Bilind Ehmed Silêman, Hevserokê PYD Salih Muslîm, Serokê Partiya Çep Mihemedê Musê, Serokê Partiya Yekîtî Mehyedîn Şêx Alî, Serokê Meclîsa Gel Abdulselam Ahmed, Serokê Partiya Pêşverû Omer Cafer, ji Tevgera Lîberalên Kurdistan Kamîran Hisên, Partiya Çepên Demokrat Hisên Mihemed Seîd, Tevgera Ciwanên Kurd Ebdulmecîd, Tevgera Kurdistana Surî Kawa Melek, ji Saziya Malbatên Şehîdan Ebu Fener, Nûnerê Partiya yekîtiya Suryanan Evram İbrahîm, Serokê Partiya Komînîst a Kurdistanê Necim Mele Omer û Mele Mihemed axivîn û peyam dan ku divê êdî gelê Kurd yekîtiya xwe pêk bîne û li çar aliyên Kurdistanê piştgirî bide têkoşînê.
Artêşa gel wê were mezinkirin
Piştî axaftinan, bi rojeva xebatên rêxistinî û nirxandina kar û barên bajaran ve civîn berdewam kir. Raporên hemû bajarên ku YPG xwe lê rêxistin kiriye hate xwendin û piştre li ser asta rêxistinbûna YPG ya li bajaran, şêwazên xurtkirina xebatê, bûyîna artêşa gel û mijarên din ji aliyê delegeyan ve hate nirxandin. Di civata berfireh a YPG’ê de ku bi rexne û rexnedayîneke xurt derbas bû, biryara xurtkirin û berfirehkirina artêşa YPG’ê hate girtin.
YPG wê girêdayî DBK tevbigere
Her wiha di Civata Berfireh a YPG’ê de, ji bo YPG bibe artêşeke nîzamî û fermî û hemû gelê li Rojavayê Kurdistanê hembêz bike û di nava xwe de bihewîne rêziknameyek hate amade kirin. Di rêziknameyê de biryar hate girtin ku YPG girêdayî tu hêzeke siyasî nebe û li gorî biryarên Desteya Bilind tevbigere. Her wiha di rêziknamê YPG armanca bi vê xalê pênase dike; “Di serî de gelê kurd ê Rojavayê Kurdistanê, bêyî ku cudahiya ol, ziman, netewe, zayend û partiyan bike di çarçoveya berjewendiyên demokratîk û netewî de, bi armanca azadiya hemû neteweyên Rojavayê Kurdistanê xwe bi rêxistin dike, li dijî her cure êrîşên derve û hundir parastina rewa wekî erkekê ibine. Lewre jî YPG hêzek parastinê ya netewî ye, girêdayî tu hêzek siyasî nîn e û di çarçoveya parastina berjewendiyên netewî de li gorî biryarên Desteya Bilind tevdigere.’
Al hate guhertin
Di civînê de ji bo YPG hemû neteweyên li Rojavayê Kurdistanê di ala xwe de rêxistin bike û bibe artêşa hemû gelên li Rojava dijîn, biryara guhertina ala YPG hate wergirtin. Li ser guhertina alê di civînê de gelek nîqaş rû dan û 4 cûre al hate nîqaşkirin. Di encama van nîqaşên de ala ku li ser zemîna zer, stêrka sor û stêrka sor jî di nava xeta kesk de ye weke ala YPG´ê hate qebûlkirin.
Li gorî Peymana Cenewre tevbigere
Ji aliyê din ve derbarê sazîbûnên YPG yên li bajarên Rojavayê Kurdistanê, perwerde, lojîstîk, ragihandin û sazîbûnên xwe yên din de biryar hatin girtin. Her wiha YPG Hevpeymana Cenevre ya Şer pejirand û hate diyar kirin ku YPG wê li gorî pîvanên şer ên navnetewî tevdigere.
Di Civata Berfireh a Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê de Hemze Xetîbê ku li Dera’yê ji aliyê hêzên rejîmê ve hate kuştin, weke sembola zarokên şehîd ên Sûriyeyê hate qebulkirin.
Civîn bi dirûşimên “Bijî YPG”, “Şehîd namirin” bi dawî bû. Piştî civînê jî şahî hate lidarxistin.
ANF/DÊRIKA HEMKO