YPG’ê bi boneya salvegera yekemîn a dagirkirina Efrînê daxuyaniyek da û got, “Em ê bi armanca rigzgarkirina Efrînê û gelê xwe, di nava têkoşîneke mezin de bin. Em diyar dikin ku em ê ji her demê bêhtir, sekna xwe ya berxwedêr ya li hember dewleta dagirker a ku zimanê dagirkeriyê bi kar tîne, derxin hole. Em ê nirxên gelê xwe û destketiyên şoreşê biparêzin.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG), li ser malpara xwe ya fermî ev daxuyanî belav kir. YPG’ê got: “Em ê bi armanca rigzgarkirina Efrînê û gelê xwe, di nav têkoşînek mezin de bin.”

YPG´ê bal kişand ser wê yekê ku dewleta Tirk bi dagirkeriya xwe destketiyên gelê Kurd û gelên Sûriyê dike hedef û got, “Dewleta Tirk a dagirker a ku hemû hêza xwe ji bo rewa nîşandana dagirkeriya xwe bi kar tîne, bi armanca astengkirina geşedanên li Rojavayê Kurdistanê û rûxandina pêşketinên demokratîk ya gelê me li derdora hevjiyana azad ava kirî, li hember xaka Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê plangeriyên êrişan xistiye meriyetê. Dewleta dagirker di 20’ê Çileya 2018’an de, bi tevkariya hêzên ku xwe li hember êrîşan kerr û kor kirî, êrişên xwe dan destpêkirin. Yekîneyên me YPG, YPJ û gelê me yên ku du mehan berxwedaneke bêhempa raber kir, sekneke ku pêşî li vê dagirkeriyê bigire derxistin holê.

Ji her demê zêdetir YPG/YPJ

Piştî pêngava me ya vekişandinê ya 18’ê Adarê ya bi armanca pêşîgirtina li komkujiya sîvîlan, artêşa Tirk a dagirker komên xwe yên terorîst li navçe û bajarê Efrînê bi cih kirin. Îro li gel van komên dagirker, komên çete û terorîst jî hene. Li xaka Efrînê îro bi her awayî binpêkirinên mafên mirovan, qirrkirina etnîk û bi awayekî sîstematîk talankirina dewlemendiyên bajar û gel hene. Erdnîgariya Efrînê di encama kiryarên faşîzan ên dewleta Tirk de bi vê rewşê re rû bi rû ma.

Em weke YPG û YPJ li hember hewldana dagirkeriya ya ti hezê û li hember pêkanînên faşîzan bêdeng namînin. Li gel vê rewşa li Efrînê, em diyar dikin ku bi armanca rigzgarkirina Efrînê û gelê xwe, em ê di nav têkoşîneke mezin de bin. Em diyar dikin ku em ê ji her demê bêhtir, sekna xwe ya berxwedêr ya li hember dewleta dagirker ya ku zimanê dagirkeriyê bikar tîne û êrîşan plan dike ji her demê bêhtir derxin holê û nirxên gelê xwe û destketiyên şoreşê biparêzin”

 

NAVENDA NÛÇEYAN