YPG´ê da zanîn ku di çalakiyên 3´ê Îlonê de şervanan li navenda Efrînê, li gundê Xalta, û li navbera gundên Gobelê û Basilê de 15 çeteyên dagirker kuştine.   

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê da zanîn ku 3’ê Îlonê li dijî dagirkeran rêzeçalakî li dar xistine û Fermandarê Tûgaya 23’emîn Ahmed Semîr Brîer jî di nav de 15 çete kuştine. YPG’ê wekî din doh ragihand ku hêzên wan ên Antî-Terorê di operasyoneke taybet de serçeteyê DAIŞ’ê yê bi navê Adil Musa Ebdilcezar bi saxî girtiye.

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir ku di çarçoveya ‘Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de’ hêzên wan hin rêzeçalakî li dar xistine.

Çalakiyên ku artêşa Tirk û çeteyên wê bûne hedef, li navenda Efrînê, li bejahiya Efrînê û li bejahiya Şêrawayê hatine lidarxistin.

Daxuyaniya YPG’ê ya têkildarî çalakiyan bi vî rengî ye:

“Di 3’ê Îlonê de hêzên me xwe bera nav baregeha Eniya El Şamê ya li gundê Xalta ya Efrînê da. Piştî lêdanê, ev avahiya baregehê hatiye îmhakirin. Di çalakiyê de hejmara çeteyên birîndar nehatiye tespîtkirin û 6 çete jî hatine kuştin.

Wesayîta wan bi wan de teqiya

Di heman şevê de dema ku wesayîteke eskerî ya Eniya El Şamê hatiye teqwiyeyê, li ser rêya Tirindê hêzên me kemînek li pêş wê danî. Di vê wesayîtê de yek jê serçete, 5 çete hatin kuştin.

Çalakiya sabotajê

Yekîneyên me di heman wextê de di navbera gundên Gobelê û Basilê yên Şêrawayê de li dijî wesayîteke çeteyan çalakiyek li dar xist. Di vê çalakiya sabotajê de wesayît hat îmhakirin û 4 çete hatin kuştin.”

Serçeteyekî DAIŞ’ê hate girtin

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê ragihand ku hêzên wan ên Antî-Terorê di operasyoneke taybet de serçeteyê DAIŞ’ê yê bi navê Adil Musa Ebdilcezar bi saxî girtiye.

YPG’ê diyar kir ku 11’ê Tebaxa 2018’an bi operasyoneke taybet a Yekîneyên Antî-Terorê yek ji serçeteyên DAIŞ’ê Adil Musa Ebdilzecar (Ebû Kerem) ku di pêvajoya dawî de navê Ebû Basir El Xezawî bi kar aniye, hatiye girtin.

Agahiyên girîng dane

YPG’ê ragihand ku Ebû Kerem di xebatên îstîxbaratê de kar kiriye û li bajarên weke Bab, Hema, Heleb, Idlib, Reqa, Meyadîn, Tebqa û Derayê de erk girtiye. YPG’ê got, Adil Musa Ebdilcezar derheqê DAIŞ’ê de ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve jî dihat xwedîkirin û xurtkirin, gelek agahiyên girîng dane.

 

NAVENDANÛÇEYAN