Akademiya Eskerî ya Şehîd Xebat a Herêma Til Koçer, dewreyeke perwerdê bi tevlî bûna 35 ciwanan, bi dawî kir û ev ciwan weke şervan tevlî nav refên YPG´ê bûn.

Akademiya Leşkerî ya Şehîd Xebat Dêrik beriya bi 70 rojî, dewreya perwerdeyê bi navê ʺDewreya Şehîd Sabir Cûdîʺ bi beşdarbûna 35 şervanên Ereb da destpêkirin. Şehîd Îsa Xelîl (Sabir Cûdî) ji gundê Girê Reş yê Herêma Dêrikê ye û roja 10ʹê Tîrmehê di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bû. Di dewreyê de dersên eskerî û bîrdoziyê hatin dayîn.

Dewre bi merasîmekê bi dawî bû. Merasîm li Akademiya Şehîd Xebat bi beşdarbûna fermandarên YPG´ê û malbata Şehîd Sabir Cûdî hat lidarxistin.

Merasîm bi rêzgirtina eskerî destpê kir û paşê Fermandarê YPG`ê Mistefa Cizîrî axivî û dewre li şervan û gelê Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê pîroz kir û got, hêzên YPGʹê hêza parastina herêmê hemûyî ye.

Cizîrî di berdewama axaftina xwe de behsa rola şervanên QSDʹê ya di tekoşîna rizgarkirina Reqayê de îfade kir û got, şervanan derbên giran li Reqayê li çeteyan xistine. Cizîrî di dawiya axaftina xwe de bang li hemû ciwanan kir ku tevlî hêzên parastinê bibin.

Bavê Şehîd Sabir Cûdî, Elî Xelîl jî di merasîmê de axivî û qedandina dewreyê li hemû şervanan û malbatên şehîdan pîroz kir û soza xwe ya dilsoziya bi doza şehîdan re dubare kir. Piştî axaftinan şervanan soza eskerî ya tevlîbûna nav refên YPG`ê da. 


  ANHA/DÊRIK