Gever diyar kir ku piştî operasyona “Şehîd Rûbar Qamişlo” ya hêzên YPG’ê û YPJ’ê ya 6’ê Gulanê de destpêkirî bi ser ket, wî di nava bermahiyên  çeteyan de nasnameyên Çînî, Korî, Îndonezî, Malîzî û Çeçenî dîtine û got, sedema tevlîbûna wan a nav DAIŞ’ê tenê pere ne û ew bi jiyaneke xeyalî xapandî ne.


'Min xwest tevlî berxwedana pîroz bibim'

Gever got, ji ber ku hêzên YPG’ê û YPJ’ê parastina tevahiya mirovahiyê dikin, ew tevlî nava refên wê bûye. Gever diyar kir ku wî bi rêya çapemeniyê berxwedana YPG’ê û YPJ’ê nas kiriye û got: “Min xwest ez jî cihê xwe di vê berxwedana pîroz de bigirim.”

Gever bi berxwedana şervanên YPG’ê û YPJ’ê û çalakiyên fedayî bi taybet çalakiya Arîn Mîrkan  gelekî bi bandor bûye: “Ev jina xwedî rihekî leheng û berxwedêr li hemberî dijminan canê xwe li ser riya azadî û rûmeta gelê xwe kir bombeyek.”


DILSOZ DILDAR/ANHA / TIL TEMIR