Navenda çapemeniya YPG’ê derbarê şerê li Kobanê û azadkirina Girê Miştenûr de daxuyaniyek nivîskî belav kir. YPG’ê wiha got: “Êrişên çeteyên DAIŞ'ê ku bi armanca dagirkirina Kobanê hatibûn destpêkirin ket roja 127'emîn. Hêzên me sedî 70’ê bajêr xistin bin kontrola xwe û li hemberî çeteyan operasyonek berfireh dan destpêkirin. Di encama vê operasyonê de çeteyan derbên pir giran û stratejîk xwarin.”
 
Operasyon serkeftî bû

Derbarê rizgarkirina Girê Miştenûr de jî YPG’ê wiha got: “Şervanên me yên YPG/YPJ ku sedî 70’ê bajêr de kontrol çekiribûn, ji bo rizgarkirina girê Miştenûrê operasyoneke berfireh dan destpêkirin. Di operasyona ku balafirên hêzên Koalîsyonê destek dane de, şerên dijwar rû dan. Piştî şerê sing bi sing şervanên me girê Miştenûrê ji çeteyan paqij û azad kirin. Êrişên dijmin hatin şikandin û girê Miştenûrê bi temamî hat rizgarkirin.
Operasyon ji şevê heta sibehê dewam kir û zedetirî 40 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.” Li gor daxuyaniyê ti wendahiyên şervanên Kurd çênebûye.
YPG’ê bal kişand ser tiştên hatine desteserkirin û wiha got: “Hêzên me di vê operasyonê de tevî cenazeyên 3 çeteyan, doçkayek 12,5 û 150 fîşekên wê, 3 BKC û 5 hezar fîşekên wê, 8 kleş, 21 şarjor û 3.700 fîşekên wê, roketavêjek B7 û 7 fîşekên wê, 16 bombeyên destan, 2 mayînên destan, 4 çanteyên eskerî, 11 rext, 5 bêtêl û durbînek desteserkirin.” YPG’ê wiha got: “Dîsa di heman wextê de Şervanên me yên YPG/YPJ'ê li eniya Başûr jî komên çeteyên ku li derdora nexweşxanê bûn hedef girtin. Di encama vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, kleşek, rextek, 6 fîşekên roketavêja B7 û 6 bombeyên destan hatin desteserkirin.”

 Rejim Hesekê bombe dike

 Derbarê êrişên rejîma Baasê yên li Hesekê jî YPG’ê agahî dan û wiha got: “Ji ber êrişên faşîst ên rejîma BAAS'ê yê li hemberî taxa Talaya, Xişman û derdora Mihatê a li Hesekê, şerê dijwar rû da. Ji destpêka êrişan ve hêzên rejîmê bê navber bi hawan û obusan êriş dikin. Herwiha hêzên rejîmê li dijî hêzên me bombeyên mîsketê ku di hiqûqa navneteweyî de hatiye qedexekirin bikar anî.”

Bombeya Mîsketê bikar anîn

YPG’ê got ku êrişa rejîmê hatiye şikandin û wiha got: “Berxwedana şervanên me yên YPG/YPJ, hêzên asayîşê û desteka gelê me êrişa hovane a hêzên rejîmê hat şikandin û derbên giran xwarin. Li Talaya, tax û noqteya kontrolê Xişman, çaryana Sabbax û depoya genim ku hêzên rejîmê ji xwe re kiribûn hedef bi dehan eskerên rejîmê hatin kuştin.” Di dawiya daxuyaniya YPG’ê de wiha hat gotin: “Di şerê ku tevahiya rojê dewam kir de 5 şervanên me yên YPG/YPJ'ê û 2 welatiyên sîvîl şehîd bûn. 14 welatiyên sîvîl jî di êrişên hêzên rejîmê de birîndar bûne.”

  NAVENDA NÛÇEYAN