Gundê Susanê û Til Xezal
YPG'ê da zanîn ku hêzên YPG'ê li gundê Susanê û Til Xezalê yên li rojava û başûrrojavayê Kobanê derb li çeteyan dane û ev agahî da: "Hêzên me çete kişandin nava gundê Susanê û piştre êrîş birin ser wan û derbên giran li wan dan. Bi qasî hatiye zelal kirin li vir 9 çete hatine kuştin. Di heman demê de li ser rêya Til Xezalê jî yekîneyêk çeteyan ku di nav tevgere de bû hat hedefgirtin. Wesaîta hedef hat girtin bi temamî hat rûxandin û 7 çete hatin kuştin. "
Çalakiya Burkan El Firat
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên Burkan El Firat li gundê Sirtik ê li başûrrojavayê Kobanê çalakiyek lidar xistine û di çalakiyê de tankek û 3 wesayîtên çeteyan hatine rûxandin, bi dehan çete jî hatine kuştin. Hat diyarkirin ku li hemberî çeteyên li nêzî gundê Kontînkarê ku li heman eniyê ye jî çalakî hatiye, di encamê de 2 wesayît û motoreke çeteyan hatine rûxandin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku hejmara çeteyên di vê çalakiyê de hatine kuştin û birîndarkirin nehatiye zelalkirin. Li aliyê din li gor agahiyên ku çavkaniyên herêmê dan çeteyên DAIŞ'ê li başûr-rojhilatê Kobanê cilên sivîlan li xwe kirin û xwestin ku êrîşî şervanên YPG'ê bikin. Hersê çete jî ji aliyê YPG'ê ve hatin kuştin.
Şerê li Mebrûka û Dehma
Operasyona hêzên YPG/YPJ'ê ya li Serêkaniyê hat destpêkirin, di roja 5. de bi şer û pevçûnên dijwar dewam dike. Operasyon 20'ê Îlonê bi armanca şikandina dorpêçiya Kobanê ji rojava û başûrrojavayê Serêkaniyê hatibû destpêkirin. Navenda Ragihandinê ya YPG'ê der barê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku ji çeteyên DAIŞ'ê ji bo pêşî li pêşveçûna hêzên YPG'ê bigire, tank, wesayîtên zirxî, çekên giran û hêzên teqwiye ji Girê Spî û derdora wê anîne. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li eniya Mebrûka û Dehma pevçûn bi dijwarî dewam dike. Navenda Ragihandinê da xuyakirin ku di şerê 24 saetên dawî de bi dehan çete hatine kuştin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di van pevçûnan de 4 şervanên YPG'ê bi lehengî şer kirin û tevlî karwanê şehîdan bûn."
NAVENDA NÛÇEYAN