Berdevkê Fermî yê YPG′ê Nûrî Mehmûd da zanîn ku YPG′ê hebûna artêşa Tirk qebûl nake û got: “ YPG amade ye bersiva êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê bide.”

Berdevkê Fermî yê YPG′ê Nûrî Mehmûd derbarê rewşa dawî ya Bakurê Sûriyê de axivî.

Nûrî Mehmûd anî ziman ku gava şervanên YPG/YPJ′ê destkeftiyên mezin bi dest dixin, dijminên azadiya gelê Sûriyê bi armanca dorpêçkirina herêmên rizgarkirî (yên di bin parastina şervanan de) planên nû  dixin dewrê û wiha pê de çû: ″Artêşa Tirk tank û maşîneyên xwe yên leşkerî li ser sînor bi cih kirin û piştî hevpeymana Astanayê hin komên çete yên girêdayî Tirkiyê herêmên Cerablus, Bab û Ezazê dagir kirin daku dewleta Tirk herêmê dorpêç bike. Lê tevî van planan nikarîbûn vîna gel bişikînin. Ji ber vê yekê dewleta Tirk hêzên xwe li bajarê Idlibê bi cih kirin da bikaribe herêma Efrînê bi temamî dorpêç bike.”


′Hebûna Tirkiyê li Idlibê dagirkerî ye′  

Mehmûd dest nîşan kir ku şervanên YPG/YPJ′ê ti cudahiyê di navbera Cebhet El-Nusra û artêşa Tirk de nabîne ji ber ku armanca herdu aliyan dorpêçkirina herêma Efrînê ye û got: “Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra berê) beriya 23′yê Tîrmehê de, piraniya bajarê Idlibê ji destê çeteyên Ehrar El-Şam girt. YPG′ê amade ye bersiva êrîşên li ser Efrînê bide”

Mehmûd diyar kir ku eger Tirkiyê hewl bide êrîşî herêma Efrînê bike, ew ê di çarçoveya mafê parastina rewa de rastî berxwedaneke bêhempa ya şervanên YPG′ê were.

Mehmûd di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku tevahî cîhan li ser berxwedana şervanên YPG′ê ya li Serêkaniyê û Kobanê şahide û wiha axivî: ″Tevî hemû hewldanên çeteyan, hêzên me radest nebûn û bi vîneke xurt hemû herêmên xwe rizgar kirin. Di sala 2015′an de bajarê Kobanê bi saya fedekariya şervanên YPG′ê hat rizgarkirin û DAIŞ′ê derbeyên giran xwarin. Dewleta Tirk nikare vîna gelê herêmê bişikîne û wê YPG/YPJ′ê Efrînê biparêze.”


ANHA/QAMIŞLO