Piştî ku pêşmergeyên PDK’ê li ser êrîşa çeteyên DAIŞ, Şengal bi cih hiştin û ji herêmê reviyan, hêzên YPG’ê ji Til Koçer a Rojava ji bo parastina gelê Şengalê berê xwe dan Şengalê. Li ser vê yekê şer û pevçûnên ku di navbera YPG û DAIŞ de li Şengalê rûdane, doh jî bi awayekî dijwar li Çiyayê Şengalê dewam kir. Çeteyên DAIŞ piştî ketibûn Şengalê li Kurdên Êzdî yên Şengalê gefa ger ‘hûn nebin Misilman em ê we hemûyan qetil bikin’, xwaribûn. Her wiha hat hînbûn ku çeteyan ji sedî zêdetir jin ji Şengalê birine û kes nizane bi ku de birine. Gelê Şengalê jî li hemû hêzên Kurd û derdoran banga alikariyê kirin. Niha jî hêzên YPG’ê û gelê Şengalê li rex hev li dijî çeteyên DAIŞ şer dikin


Pêşmergeyan şer nekir

Hat ragihandin ku çeteyan zexta “ya bibin misilman yan jî vê derê biterikînin” li şêniyên Sinûnê kirine. Bi hezaran kesên ev zexta çeteyan red kirin, bi awayekî girseyî herikîn herêma Cezaa ya Rojavayê Kurdistanê. Li Sinûnê ku 15 km dûrî navenda Şengalê ye, hêzên YPG û Asayîşê ji bo welatiyên xwe li çiyayê Şengalê girtine û gundiyên din ên hewl didin derbasî Rojava bibin, korîdoreke ewle ava kirine. Çeteyan bêyî fîşekekê biteqîne ketine nava Sinûnê. Pêşmerge bi konvoyan ji herêma şer dûr ketin. Pêşmergeyan bi 200 wesayîtan ku çekên giran jî bi wan re hebûn, destpêkê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne û ji wir jî di ser Dêrikê re derbasî Başûrê Kurdistanê bûne.

Ji Şengaliyan bang

Qereqolên pêşmergeyan jî di nav de hemû qereqolên li ser sînor ketine bin kontrola YPG û Asayîşê. YPG’yî û hêzên Asayîşê, gel ji nav dorpêçiya DAIŞ‘ê derdixînin û bi awayekî ewle derbasî Rojava dikin. Hêzên YPG ji aliyekî ve hewl didin gelê sivîl ê li Çiyayê Şengalê biparêzin, li aliyê din jî bi ser çeteyan ve diçin. Nûçegihanê ANF’ê yê li xeta Rebîa ragihand ku YPG’yiyên xwe gihandine gundê Bigire yê li quntarên Çiyayê Şengalê, ber bi Sininê ve bi pêş dikevin. Bi hezaran kesên ji herêma Sinûnê ya girêdayî Şengalê koçî Rojava kirin ji hêzên Kurdistanî alîkarî xwestin. Koça gelê ji ber erîş û tehdîda komkujiyên çeteyên DAIŞ’ê neçar man biçin  Rojava didome. Bi hezaran kes ji herêma Sinûnê ya Şengalê koçî Rojava kirin. Bi hezaran kesên ji Cezayê koçî Rojava kirin jî di bin parastina hêzên asayîş û YPG/YPJ’ê de derbasî Girkê Legê û Dêrikê bûn. Bi hezaran kesên neçar man koç bikin, bang li hemû hêzên Kurdistanî kirin ku bikevin nava tevgerê û xwedî li wan derkevin.

DAIŞ´ê komkujî kir

Çeteyên DAIŞ ên bi sûcên li dijî mirovatiyê tên naskirin, piştî 3’ê Tebaxê Şengal dagir kirin, nûçeyên komkujiyan jî hat. Çeteyan piştî vekişîna pêşmergeyan destpêkê herêma petrolê Zumar û paşê Şengal dagir kiribûn. Kesên ji hovîtiya DAIŞ reviyan û hejmara wan nêzî 200 hezarî ye, bi piranî li Çiyayê Şengalê asê mane û gelek gund jî di bin dorpêça DAIŞ de ye. Niştecihekî ji Şengalê yê malbata wî ji aliyê çeteyan ve hatiye revandin agahî dan ANF’ê û got ku mimkun e li herêmê komkujiyek mezin rû dabe. Li gor agahiyên wî kesî 500 Kurdên Êzidî ji gundê Pêr Qesrê, Bîrcarê, Seyd Ehmed, Pişt Rayê, Omaya, Bin Yehbab ên girêdayî qezaya Şengal in, piştî xwestine derbasî Rojava bibin, ji aliyê komên çeteyan ve hatine revandin. Lê belê hin çavkanî jî dibêjin nêzî 100 mirov hatine revandin. Der barê van mijaran de agahiyên zelal nayên destgirtin. Hin kesên ku xwe rizgar kirine jî dibêjin ku gelek kes hatine qetilkirin. Ev agahî jî ji aliyê hin çavkaniyên din ve nayên teyîdkirin.

Gundan dorpêç kirin

Li gel wê gundê Hayale, Sikene û Vardiya ji aliyê çeteyan ve hatine dagirkirin. Destûr nayê dayîn gundî ji gund derkevin. Hat ragihandin ku çeteyan bang yek ji rûspiyê gund kiriye ku keçên xwe radestî wan bikin, dema ew daxwaz nehatiye qebûlkirin rûspiyê gund hatiye desteserkirin. Her wiha çete çûne Çiyayê Şengalê yê wek Qendîl tê îfadekirin, ji rûspiyên Êzidiyan peyva “şeytan” a di baweriya Êzidiyan de qedexeye didin gotin û van dîmenan jî bi rêya înternetê didin weşandin.

 ANF/ŞENGAL




Li Kobanê şer didome

Operasyonên YPG-YPJ ên di çarçoveya "Pêngava Tolhildanê ya şehîdên Kobanê" didomin. Li gundê Dugirman ê Rojhilatê Kantona Kobanê hejmarek ji çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin û birîndarkirin, di heman demê de YPG'ê li gundê Beyadiyê yê Rojavayê Kantonê destdanîn ser wesayîteke çeteyan û li gundê Ehmediyê yê Rojhilatê Kantonê jî du çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Komên çeteyan ên girêdayî DAIŞ'ê êrîşî gundê Dugirman ê ku dikeve rojavayê kantona Kobanê kirin û YPG'ê bersiv dan wan. Di encama vê yekê de pevçûn di navbera şervanên YPG'ê û çeteyên DAIŞ' ê de derket û gelek çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin û birîndarkirin lê hejmara kuştiyên çeteyan nehate zanîn. Komek çeteyên DAIŞ'ê xwestin li gundê Beyadiyê yê dikeve rojavayê Kantonê bi pêşve biçin, rastî bersiva şervanên YPG'ê hatin û di encama bersivdayînê de wesayîtek bê bandorkirin. Piştî ku şervanên YPG’ê derbe li wesayîtekê xistin, çeteyan dest ji wesayîtê berdan û reviyan. Hêzên YPG-YPJ'ê bersiv dan çeteyên li gundên rojhilatê kantona Kobanê û biryargeha çetayan li gundê Ehmediyê hedef girtin. Di encamê de du çete hatin kuştin.

PDK´yî cihê xwe berdan
Li bajarê Tîl Koçer ê Rojavayê Kurdistan û bajarê Rebîa yê Iraqê jî di navbera hêzên YPG û çeteyên DAIŞ’ê de pevçûnan heta doh danê sibê dewam kirin. Li bajarê Rebîa yê ser bi Mûsilê, pevçûnan dîsa destpê kirin. Der barê encamên vî şerê giran de agahiyeke zelal bi dest neket. Hêjayî gotinê ye, li ser tevgera çeteyên DAIŞ'ê hêzên pêşmergeyên ser bi PDK'ê di 3'ê Tebaxê de xwe ji Rebîa û Şengalê vekişandibûn. Hêzên YPG’ê ji bo pêşî li çeteyan bigirin, ji Til Koçer derbasî bajarê Rebîa bûn û li vir li dijî çeteyan şer kirin. Li gorî agahiyan di nava du rojan de nêzî 3 hezar û 500 pêşmergeyên PDK’ê ji Rebîayê xwe vekişandin. Tevî ku êrîşên DAIŞ’ê dom dikin jî, pêşmerge bi temamî ji herêmê vekişiyan. Tenê çend pêşmergeyên YNK’ê li gel hêzên YPG’ê li dijî çeteyan şer dikin.

 ANHA/KOBANÊ