
Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) der barê pevçûnên ji pêr êvarê ve li herêma Çilaxa ya Dêrikê qewimîn de daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku di şerên pêr de 34 çete hatine kuştin, tangek hat ruxandin û wesayîtek leşkerî ya BMB hat desteserkirin. Her wiha li gundê Yusufiyê jî di şer de 9 çete hatin kuştin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di van şeran de Endamê Meclisa Leşkerî ya YPG’ê Zehredîn Elî (Çekjîn Efrîn) û şervanê YPG’ê Keder Ehmed (Hawar Efrîn) jî şehîd ketine.
Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin ku di encama bersivdayîna şervanên YPG û YPJ’ê de komên çete di 2 eniyan de têk çûne û ji eniya gundê Sefa de bi pêşketin û ketine gund. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên YPG û YPJ’ê ji paşve li wan zîvirîne û çalakî li dijî çeteyan pêk anîne û di encamê de 34 çete hatine kuştin, tangek çeteyan hatiye ruxandin, wesayîtek BMB hat desteserkirin û komên çete ji gundê Sefa hatin derxistin.
Şerê Girê Sipî
YPG’ê der barê pevçûnên li Serêkaniyê û Girê Sipî (Til Ebiyed) jî daxuyanî de û diyar kir ku li van eniyan jî pevçûnên bi awayekî demî dewam dikin. Her wiha komên çete gundê Kendalê yê Girê Spî bi hawanan topbaran dikin.
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku di pevçûnên li herêma Sefa de Endamê Meclisa Leşkerî ya YPG’ê Zehreldîn Elî (Çekjîn Efrîn) û şervanê YPG’ê Keder Ehmed (Hawar Efrîn) piştî berxwedaneke lehengî ya li dijî komên çete şehîd ketine.
Li gundên Girhok, Sefa, Yusufiyê, Girê Fatê yên Girkê Legê şevê berîn şerên dijwar hebûn. Hat zanîn şervanên YPG û YPJ’ê li dijî wesayîtek çeteyên El Nusra çalakiyek li gundê Yusufiyê li dar xist, di encam de wesayît bi temamî het rûxandin û 9 endamên komên çete hatin kuştin.
Li Reqayê berxwedana Eniya Kurd
Çeteyên Dewleta Îslamî Iraq û Şamê/El Nusra êrîşî taxên Kurdan ên li Reqayê kirin û di encama bersivdayîna şervanên Eniya El Ekrad (Eniya Kurd) de pevçûn derketin. Di pevçûnan de 10 çete hatin kuştin û 2 şervanên Eniya El Ekrad jî şehîd ketin. Piştî çeteyên El Nusra windahî dan har bûn, 300 Kurdên sivîl ji Reqayê revandin.
Hat ragihandin ku çeteyên El Nusra pêr êvarê êrîşî taxên Kurdan ên Reqayê kirine û welatiyên sivîl ji ber ku di nasnameya wan de Kurd hatiye nivîsin hatine revandin. Hat gotin ku şervanên Eniya El Ekrad bersiva êrîşkaran dane û di encamê de pevçûn di navbera wan û çeteyan de derketiye. Li gorî agahiyên hatine bi dest xistin di pevçûnan de 10 çete hatine kuştin û 2 şervanên Eniya El Ekrad jî şehîd ketiye.
Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine bi dest xistin çeteyên Dewleta Îslamî Iraq û Şamê/El Nusra di dema êrîşa li ser taxa Mehetê ya li nêzî Aşê bajêr ku piraniya şêniyên wê Kurd in heta niha derdora 300 Kurdên sivîl revandine.
Bajêr Reqayê ku ji aliyê rêjîma Baasê ve radestî çeteyên El Nusra hat kirin û li aliyê din jî Firqeya 17’a ya Artêşa Sûriyeyê derdora çend kîlomitran ji bajêr hên di destê rêjîmê de ye.
DÊRIK/REQA
Tabûra Şehîd Rêdûr hat avakirin
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser daxwaza şêniyên gundên rojavayê Kobanê Tabûra Şehîd Rêdûr a ji şêniyên herêmê pêk tê, ava kir.
Piştî êrîşên komên çete yên Dewleta Îsalmî Iraq û Şamê/El Nusra yên li dijî herêma rojavayê Kobanê, şêniyên gundên Mişko, Cebnê û Çariqlê ji hêzên YPG û YPJ’ê daxwaz kiribûn ku tabûra YPG’ê ji gundiyên herêmê bê sazkirin da ku ew karibin parastina herêmên xwe bikin. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê gundiyên ku tevli YPG’ê bûne li qada bîstana gundê Mişko kom kirin û Tabûra Şehîd Rêdûr a YPG’ê ku ji şêniyên van gundan pêk tê, ragihandin. Di merasîma avakirinê de Endamê Meclisa Leşkerî ya YPG’ê li Kobanê Melsa Ebdo axivî û bal kişand ser siyasetên ku li dijî hebûna gelê Kurd pêk tê. Ebdo diyar kir ku armanca êrîşên komên çete ew e ku herêmê Kurdan bêne valakirin. Ebdo, ji şêniyên herêmê xwest ku pêwîst e ku gelê Kurd xwe birêxistin bike û êdî ew bi xwe parastina xwe bikin. Welatiyên ku tevli YPG’ê bûn navê xwe qeyd kirin û tevlibûna xwe ya li nava YPG’ê ragihandin. Piştî axaftina Melsa Ebdo Tabûra Şehîd Rêdûr ku ji dehan şêniyên herêmê pêk tê hat ragîhanin û êdî dest bi perwerdeya leşkerî û siyasî hat kirin. Welatiyan kêfxweşiya xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew amadene ji bo parastina hemû xaka rojavayê Kurdistanê têbikoşin.
KOBANÊ