Konseya Mafên Mirovan li Neteweyên Yekbûyî (NY) rapora xwe ya derbarê binpêkirina mafan li Sûrî eşkere kir û got, "YPG û QSD'ê ti binpêkirin nekirine." Berdevkê Fermî yê YPG’ê Rêdûr Xelîl rapora NY mîna bersiva herî dicî de ya li dij kampanyayên reşkirinê binav kir. 

Di serî de dewleta Tirk û ENKS ya girêdayîn PDK’ê bi salane ji bo reşkirina YPG li qada navneteweyî ya ji destê wan hat kirin. Rapora Konseya Mafên Mirovan li Neteweyên Yekbûyî (NY) ku hat eşkerekirin, bersiv da îdîa û hewldanên reşkirina YPG.

Xalên di raporê de cih girine ev in: "Li herêma Minbic û Bendava Tişrîn rêxistina DAIŞ'ê gelek bombe bicih kirin. Hêzên QSD jî, ji bo ewlekariya û parastina jiyana mirovan tedbîr wergirtin. Di nava demeke kurt piştî misogerkirina ewlehiyê gavê pêwîst ji bo vegera sivîlan hatin avêtin."

Îdîa derew derketin

Li ser îdîa û tewanbariyên ku dibêjin YPG "Herêmê ji Ereban paqij dike" jî Konseya Mafên Mirovan ev bersiv da: "Di encama lêkolînên me de, em rastî ti delîlan nehatin ku YPG û QSD welatiyên herêmê ji cih û warên wan dike. Di heman demê de me ti delîl nedît ku destnîşan bike YPG wê demografiya herêmê bighere. Wek encamê YPG mafê ti koman binpê nekiriye."

YPG: Parastina sivîlan rêgezek mirovî ye

Berdevkê Fermî yê YPG’ê Rêdûr Xelîl diyar kir ku daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî rastiya hemû derew û kampaniyeya reşkirinê yên dijî hêzên wan, derxist holê. Rêdûr Xelîl got:”Rêgeza YPG û QSD’ê ya parastina sivîlên herêmên rizgarkirî, ji çavkaniya pêkanîna erkên netewî û mirovî, tê”.

Xelîl got: “Bi van idîayan dixwestin ku di navbera pêkhateyên herêmê de nakokî û şerê navxweyî derxin. Her wiha mayîna DAIŞ’ê li Sûriyê dirêj bikin û tewanên wan ên dijî gelê herêmê binixumînin.”

Di dewama daxuyaniya xwe de Xelîl bal kişand ser xebatên YPG û QSD’ê yên parastina ewlehiya şêniyên herêmên ji DAIŞ’ê hatin rizgarkirin û got: “Rêgeza YPG û QSD’ê ya parastina sivîlên herêmên ku ji DAIŞ’ê tên rizgarkirin, ji çavkaniya pêkanîna erkên netewî û mirovî tê û xwe dispêre felsefeya van hêzan ku armanca wan a sereke avakirina welatek bi ewle û gelek azad e”. 


 NAVENDA NÛÇEYAN