
Elxelef ji êla Mexmûrîn e, di sala1981’an de ji dayîk dibe û ev sê mehin ku beşdarî nava refên Yêkîneyên Parastina Gel YPG’ê bûye.
Elxelef bal kişand ser taybetmendiya YPG/YPJ’ê û destnîşan ku YPG mafên gelan ji destê neyaran distîne û radestî gel dike. Elxelef anî ziman ku wî di nava YPG’ê de rêgez û nirxên xwe hîs kiriye . Elxelef di dirêjiya gotinên xwe de di derbarê pergal û hevaltiya ku di nava yekîneyên YPG û YPJ’ ê de jî nêrînên xwe wiha bilêv dike; “Min heyanî niha mînaka pergala YPG û YPJ’ê di tu welat, pergal û siyasetê de nedîtiye. Di warê jiyana hevpar ya rojane de jî pergala ku YPG û YPJ xwe li ser bi rêxistin dike mînaka wê di pergaleke din de nîne.”
Elxelef derbarê wekheviya hemû kesên ji neteweyên din de jî wiha rave dike; “Her dem dihate gotin ku YPG ûYPJ’ê ferq û cudahî naxe navbera jin û mêr, kurd, ereb, asûrî, ermenî, xirstiyan û êzîdiyan. Bi rastî dema ku em jî beşdar bûn, min dît ku ew cudahî nîne û her kes weke hev e. Li hember komên çete îro kurd û ereb bi hev re şer dikin.” Elxelef di derbarê hêzên YPJ’ê de jî hest û nêrînên xwe jî wiha tîne ziman; “Min berxwedaniya jinên kurd pir bihîstibû, lê hêz û berxwedaniya ku jina kurd di qada şer de raber dike, min di hemû jiyana xwe de nedîtibû heyanî ku min bi çavên xwe dît. Ji ber vê baweriya min bi jina kurd heye ku wan serkeftin bi dest xistiye.”
AMÛDÊ