
Daxuyanî wiha ye: ‘’Ev demeke ku bajarokê Til Temir ji rêjîmê hatiye rizgarkirin û ji wê demê de heta berî çend rojan hin komên çekdar derbasî wê herêmê bûne û xwestin aramiya herêmê tevlîhev bikin û xwestin diziya gelê herêmê bikin û malên welatiyan talan bikin, her wiha xwestin nakokiyan di navbera netewên herêmê de derxin û bi taybet di navbera Kurd, ereb û suryaniyan de. Li ser daxwaza gelê herêmê Yekîneyên me ketin herêmê û operasyonek li hember ser van koman lidar xist û di encamê de herêm hate paqijkirin ji van koman û niha rewşa Til Temir arame, li ser vî esasî em bang li gelê herêmê yê ji ber van koman koçber bûye dikin ku vegerin malên xwe û em soz didin ku vê herêm û gelê herêmê bi hemu pêkhateyên wê biparêzin.’’
NAVENDA NÛÇEYAN
Şervanê YPG’ê Şoreş jiyana xwe jidest da
Şervanê YPG’ê Ebdula Bekir bi nasnav Şoreş ku di êrîşên ser benda kontrolê ya YPG’ê de giran birîndar bibû, jiyana xwe jidest da. Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Efrînê, diyar kir ku Şervanê wan Şorereş ê ku di êrîşa çekdarên Artêşa Azad ku di 2’ê Gulanê de li ser benda kontrolê ya gundê Xezawiya Efrînê pêk hatibû giran birîndar bibû, tevî hemû hewldanan jî şervanê YPG’ê Şoreş duh êvarê di nexweşxaneyê de jiyana xwe jidest da. Şervanê YPG’ê Ebdula Bekir bi nas nav Şoreş, li gundê Qurtqulaq a navçeya Şiyê ya Efrînê jidayik bûye.
Saziya Malbatên Şehîdan li Efrînê diyar kir ku dê cenazeyê şervanê YPG’ê Şoreş îro bi merasîmekê li Goristana Şehîd Refîq a Gundê Metîna ya Navçeya Şera ya Efrînê were definkirin.
EFRÎN